Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dihokê ji ber baranên îsal asta ava binê erdê bi awayekî berçav bilind bûye.
Birêvebirê Avê yê Dihokê Yehya Silêman diyar kir ku li hinek navçeyan zêdetirî 2 hezar milîmetreyan baran bariye.
Birêvebirê Avê yê Dihokê Yehya Silêman beşdarî bultena Rûdawê bû û li ser rewşa ava binê erdê ya parêzgehê zanyariyên girîng dan.
"Ava binê erdê 7 metreyan bilind bûye"
Yehya Silêman destnîşan kir ku li parêzgeha Dihokê navîniya baranbarîna îsal hezar û 340 milîmetre ye û got:
"Li hinek deveran baran gihiştiye 2 hezar û 28 milîmetreyan. Li hinek deverên din jî nêzîkî 728 milîmetreyan baran bariye.
Ev yek bûye sedema bilindbûna ava binê erdê. Wekî navînî asta ava bin erdî 7 metreyan bilind bûye."
Silêman da zanîn ku asta avê li gorî erdnîgariya deveran diguhere û pê de çû:
"Mînak, li devera Mangeşkê asta ava binê erdê 19,5 metreyan bilind bûye. Li devera Sêmêlê jî nêzîkî 4 metreyan bilind bûye."
Baranê hişkesalî telafî kir
Di salên borî de ji ber hişkesaliyê asta ava binê erdê gelekî kêm bûbû.
Yehya Silêman amarên salên borî bi bîr anîn û wiha axivî:
"Ji sala 2020î heta 2023yan ava bin erdê nêzîkî 12 metreyan kêm bûbû.
Tenê di sala 2023yan de asta avê 7 metreyan daketibû.
Xweşbextane, bi barana îsal ew 7 metre hatin telafîkirin û cihê wan tijî bû.
Bê guman ev telafîkirin girêdayî jeolojiya deverê û pêkhateyên bin erdê ye.
Mînak, embara Sêmêlê gelekî mezin e û digihîje hezar kîlometre çargoşeyî, lewma av li wir belav dibe û tenê 4 metreyan bilind bûye.
Lê ji ber ku embara Mangeşkê biçûk e, av lê 19,5 metreyan bilind bûye."
Kûrahiya bîran kêm dibe
Zêdebûna ava bin erdê bandoreke erênî li ser kolana bîran jî kiriye.
Birêvebirê Avê yê Dihokê eşkere kir ku îsal hewcedariya xelkê bi kolana bîrên kûr kêm bûye û got:
"Par navîniya kûrahiya bîran di navbera 300 û 350 metreyan de bû.
Xweşbextane, ji ber baranên îsal hejmara kolana bîran kêm bûye.
Em pêşbînî dikin ku îsal kûrahiya bîran dakeve 200 heta 250 metreyan."
Her wiha wî anî zimên ku ava bîrên berê jî zêde bûye û xelk dikare zêdetir pişta xwe bi ava ser erdê girê bide.
Daxwaz û hişyariya ji bo cotkaran
Ji bo parastina çavkaniyên avê, li seranserê Herêma Kurdistanê bi piştgiriya hikûmetê 53 gol û bendavên biçûk hatine çêkirin.
Yehya Silêman diyar kir ku wan ji bo çêkirina golên nû projeyên xwe pêşkêşî Wezareta Çandiniyê kirine.
Di dawiyê de wî bangî cotkaran kir û got:
"Em ji cotkaran daxwaz dikin ku avê zêde û bi awayekî bêserûber bi kar neynin da ku asta ava me dîsa kêm nebe.
Her wiha planên me hene ku em di zivistanê de ava baranê ber bi bîran ve bibin da ku bibe sedema zêdebûna ava bin erdî."


