Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê ragihand ku partiya wan li ser pêşnûmeyekê dixebite û ew dê ji bo vê yekê bi partiyên siyasî re hevdîtinan bikin.
Ayşegul Doganê got, “Em bangî desthilatê dikin ku berpirsyariya xwe bi cih bîne û gavan biavêje. Divê Meclîs û partiyên siyasî jî berpirsyariyên xwe bi cih bînin.”
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê li navenda giştî ya partiyê li ser civîna Desteya Birêvebiriya Navendî ya DEM Partiyê daxuyaniyek da.
Ayşegul Doganê destnîşan kir ku wan di civîna Desteya Birêvebiriya Navendî de li ser gelek mijarên rojevê, pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk axiviye û got:
“Pakêta nû ya darazê jî hat gotûbêjkirin. Bipêşketinên li Îranê û darvekirinên ku pêk tên jî yek ji mijarên civîna me bû. Mijareke me ya din jî kongreya me bû.”
“Civak li benda aştiyê ye”
Doganê anî zimên ku civak li benda aştî û demokrasiyê ye û wiha domand:
“Ev yek nîşan dide ku divê zûtir gav bên avêtin. Dema em bi welatiyan re diaxivin, ew herî zêde meraqa xwe ya ji bo paşerojê tînin zimên. Ew dipirsin bê ka dê çi bê kirin.
Diviyabû ji bo bipêşketina pêvajoyê heta niha çarçoveyeke qanûnî pêk bihata.
Eger li gorî rapora komîsyonê gav bihata avêtin, dê bibûya bersivek ji bo bendewariya gel. Di pêvajoyê de sistbûnek heye û li ser vê yekê nîqaş tên kirin.”
"Divê teqwîmek bê diyarkirin"
Berdevka DEM Partiyê diyar kir ku ji bo derbaskirina sistbûna pêvajoyê Abdullah Ocalan hinek pêşniyar kirine û wiha pê de çû:
“Ji bo pêvajoyê hewldanên mezin ên Birêz Ocalan çêbûn. Di hevdîtina dawî de jî wî qala nexşerêyekê kiribû û gotibû divê bi awayekî hesas nêzîkî meseleyê bibin.
Birêz Ocalan dibêje, libendemayîn tenê xeteriyan derdixîne.
Wî berê jî gotibû divê em nehêlin pêvajo enfekte bibe. Ji bo ku pêvajo enfekte nebe divê gavên hiqûqî bên avêtin.
Ji bo vê jî pêwîstî bi plansaziyekê heye û divê teqwîmek bê diyarkirin.”
Doganê bal kişand ser rola aliyan û got:
“Naveroka gavên hiqûqî jî bi qasî avêtina gavan girîng e. Me wekî DEM Partiyê çi berpirsyarî ketibe ser milê xwe bi cih aniye.
Divê hemû alî jî berpirsyariyên xwe bi cih bînin.”
Qanûnên nû û amadehî
Doganê eşkere kir ku ji bo çarçoveya qanûnî amadehiyên wan jî hene û got:
“Divê qanûn aştiya civakî, bihevrejiyan, wekhevî û demokrasiyê garantî bikin. Aştî û demokrasî ji hev nayên cudakirin. Pêwîstî bi têkoşîneke hevpar heye.
Şandeya me ya Îmraliyê û komîsyona me ya hiqûqê li ser qanûnan bi AK Partiyê re hevdîtin kir.
Em dê bi partiyên din re jî bicivin. Em dixwazin qanûn bi lihevkirinekê werin Meclîsê û li ser bingeha mutabakatê bên çêkirin.”
Şertên Abdullah Ocalan
Doganê li ser şert û mercên Abdullah Ocalan jî ev agahî dan:
“Birêz Ocalan beriya niha jî gotibû ku ew dixwaze bi beşên cuda yên civakê re bicive. Ew aktorê sereke yê pêvajoyê ye û di bipêşketina pêvajoyê de roleke mezin lîstiye.
Nabe ku ew di van şertên girtîgehê de pêvajoyê bi rê ve bibe. Daxwaza wî ew e ku bi kesên ku dixwazin bandorê li rojnamegeriya aştiyê bikin re hevdîtinê bike. Em jî vê daxwazê bi raya giştî re parve dikin.”
Ayşegul Doganê di dawiya axaftina xwe de anî zimên ku xebatên wan ên kongreyê didomin lê dîroka kongreyê hîn jî ne diyar e.
Wê li ser pirsa egera hilbijartineke pêşwext jî destnîşan kir ku divê pirsgirêka Kurdan li gorî berjewendiyên siyasî neyê nirxandin û eger hilbijartin çêbibe jî divê pêvajo bi pêş ve biçe.
Berdevka DEM Partiyê tekez kir ku ew ji bo her cure hilbijartinê amade ne.



