Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Libnanê ragihand ku 3 leşkerên wan (du efser û leşkerek) di êrişeke asmanî ya Îsraîlê de hatine kuştin.
Ev yek di heman demê de ye li gel çûyîna Fermandarê artêşa Libnanê ya Pakistanê bi mebesta civîna li gel navbeynkarekî sereke ji bo bidawîanîna şerê li Rojhilata Navîn.
Hêzên Çekdar ên Libnanê ragihand ku li ser rêya Xerdalî û Nebetiyê êrişî otomobîleke leşkerî hatiye kirin.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku otomobîl li herêmeke şer çûn û hatin dikir û wan guman jê kiriye.
Îsraîlê tekez kir ku ew li dijî Hizbulahê li wir in, ne li dijî artêşa Libnanê û ew mijûlî lêkolîna li ser bûyerê ne.
Artêşa Libnanê di daxuyaniyekê de bi tundî ew êriş şermezar kir û got:
"Berdewambûna destdirêjiya biqesd û ducarebûna hovane ya Îsraîlê, armanca wê têkdana hemû hewldanên ji bo gihîştina çareseriyekê ye."
Bertekên serkirdeyên Libnanê
Serokkomarê Libnanê Joseph Aoun ew êriş wekî "binpêkirineke eşkere ya serweriya Libnanê" bi nav kir.
Serokwezîrê Libnanê Newaf Selam jî kuştina leşkeran wekî "tawaneke qirêj û êrişeke li Libnan û hemû gelê Libnanê" nirxand.
Serokkomar û Serokwezîrê Libnanê berê Îran tometbar kiribû ku Libnanê wekî "karteke dan û standinê" bi kar tîne.
Wan ji Tehranê xwestibû ku destwerdana di kar û barên welatê wan de rawestîne.
Li hemberî vê yekê, Hizbulahê êrişa Îsraîlê wekî "tawaneke qirêj" bi nav kir lê hikûmeta Libnanê tometbar kir ku "bi temamî xwe radestî daxwazên dijmin kiriye."
Fermandarê artêşê çû Pakistanê
Li aliyê din, çavkaniyeke agahdar ragihand ku Fermandarê artêşa Libnanê Rodolphe Haykel roja Şemiyê ber bi Pakistanê ve bi rê ketiye.
Wê çavkaniyê destnîşan kir ku "Libnan beşeke sereke ya dan û standinan e."
Ev yek di demekê de ye ku Hizbulahê peymana agirbesta mercdar a Washingtonê red kir.
Wê peymanê daxwaz ji Hizbulahê dikir ku ber bi bakur ve vekişe ku artêşa Libnanê li "herêma ceribandinê" ya li ser sînor cih bigire lê Hizbulah daxwaza vekişîna temamî ya hêzên Îsraîlê dike.
Hişyariya valakirina gundan
Îsraîlê hişyariyeke nû ji bo valakirina 5 gundên din ên başûr û rojhilatê Libnanê da û ragihand ku di nav 2 rojan de li zêdetirî 150 armancên Hizbulahê dane.
Nexweşxaneya Hîramê ya li bajarê Sûrê yê başûrê Libnanê ragihand ku yek ji perestarên wan dema ku diçû ser kar, di êrişeke asmanî ya Îsraîlê de hatiye kuştin.
Li aliyê din, Hizbulahê hêzên Îsraîlê yên li başûrê Libnanê û baregeheke topavêjiyê ya nêzîkî sînor kirin armanc.
Pêngava berfireh a êrişên asmanî û bejayî yên Îsraîlê heta niha bûye sedema kuştina nêzîkî 3 hezar û 600 kesan li Libnanê.



