Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku artêşa Amerîkayê li ser Tengava Hurmizê 2 dronên Îranê xistine xwarê.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.
CENTCOMê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku wan li ser Tengava Hurmizê 2 dronên Îranê xistine xwarê.
Li gorî daxuyaniyê, ew dron ji bo trafîka deryayî ya navneteweyî dibûn metirsî.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew her du dron "dronên êrişê yên yekalî" bûn û artêşa Amerîkayê ew xistine xwarê.
CENTCOMê destnîşan kir ku artêşa Amerîkayê dê ji bo xweparastinê amade be û got:
"Hêzên Amerîkayê dê ji bo parastina li hemberî êrişkariya Îranê hişyar û amade bin."



