Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Kuweytê îro berê sibehê ragihand ku pergalên parastina asmanî hinek “hedefên asmanî yên neyar" xistine xwarê.
Rayedarên Kuweytê li ser hûrgiliyan ti agahiyên zêdetir nedan.
Li Behreyna cîranê Kuweytê jî Wezareta Karên Navxwe biryar da ku zengilên metirsiyê (sîren) li seranserî welat lê bixin.
Êrişên Supaya Pasdaran a Îranê
Ev bipêşketin piştî wê yekê hatin ku Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku wan bi dronan êrişî Baregeha Elî Al Salemê ya li Kuweytê kiriye.
Supaya Pasdaran diyar kir ku ev êriş "wekî bersiveke ji bo êrişkariya Amerîkayê" hatiye kirin.
Supaya Pasdaran her wiha eşkere kir ku wan li Behreynê jî Fîloya Pêncem a Amerîkayê kiriye armanc.
CENTCOMê êrişên xwe temam kirin
Ev daxuyaniyên Îranê li pey êrişên Amerîkayê yên li ser başûrê Îranê hatin ku îro berê sibehê pêk hatibûn.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) pişt re ragihand ku wan êrişên xwe yên "xweparastinê" yên li dijî Îranê xelas kirine.
Aloziyên di navbera Amerîka û Îranê de piştî xistina helîkoptereke Apache ya Amerîkayê gurtir bûn.


