Stenbol (Rûdaw) - Li bajarê Stenbolê bi pêşengiya DEM Partiyê “Konferansa di Sedsaliya Duyemîn de Veguherîna Komara Demokratîk” tê lidarxistin.
Li Tirkiyeyê li ser destpêkirina pêvajoya aştî û çareseriyê sal û nîvek derbas bû.
Lê belê hêj jî yasaya çarçoveyî ya aştiyê nehatiye amadekirin û gavên pêwîst nehatine avêtin.
Ji bo ku dewlet û desthilata AK Partiyê berpirsyariya xwe bînin cih û Tirkiye ber bi demokratîkbûnê ve biçe, konferansek tê lidarxistin.
Navê vê konferansê “Konferansa di Sedsaliya Duyemîn de Veguherîna Komara Demokratîk” e û li Stenbolê bi rê ve diçe.
"Kurd dixwazin wekî xwe bên qebûlkirin"
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê di konferansê de axivî û got:
“Ev komar bi vî awayî û bi vê pergalê nikare pirsgirêkên xwe çareser bike. Îro li ser rûyê cîhanê 60 milyon Kurd hene.
Kurd li kû derê dijîn bila bijîn, ew êdî dixwazin li ser xwezaya xwe û wekî xwe bên qebûlkirin.”
Parlamenterê DEM Partiyê û Endamê Komîsyona Çareseriyê Saruhan Oluç jî rewşa pêvajoyê nirxand û diyar kir:
“Derbarê yasaya çareseriyê de heta niha bi fermî ji aliyê desthilatê ve reşnivîsek ji me re nehatiye pêşkêşkirin.
Me amadehiyên xwe kirine û helbet me bi Birêz Ocalan re jî parve kirine.
Eger di navbera partiya desthilat û partiyên mixalefetê de lihevkirineke pêşîn çêbibe, pêvajoya li Parlamentoyê dikare gelekî leztir û hêsantir bi rê ve biçe."
Banga 29 nivîskar û rewşenbîran
Konferans bi pêşengiya DEM Partiyê û bi banga 29 nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd û Tirkan pêk tê.
Ev bername 13 û 14ê Hezîranê li Navenda Çandê ya Cem Karacayê tê lidarxistin.
Sernavê rûniştinan ê sereke jî “Di Sedsaliya Duyemîn de Paşerojeke Hevpar” e.
"Pêvajo ne xitimiye, didome"
Li gorî berpirs û siyasetmedarên Kurd, pêvajo ne xitimiye û didome.
Lê belê baweriya gel her ku diçe ji pêvajoyê kêm dibe.
Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk li ser vê rewşê got:
“Rast e, em nabêjin pêvajo xitimiye lê sebra milet jî zêde nemaye.
Em dixwazin bizanibin gelo ji bo paşerojê niyeta wan çi ye, dixwazin çi bikin?
Pêwîst e em jî agahdar bin lê heta îro me tiştekî erênî nedîtiye."
Endama Sekreteryaya Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Dîba Keskînê jî anî zimên:
“Ev komar li ser nirxên demokratîk nehatiye avakirin. Hişmendiyeke ku li ser neteweyekê hatibe avakirin, heke nav cuda be jî helbet guherandina wê zehmet e.”
Peyamên Ozel û Davutoglu
Konferans rastî eleqeyeke mezin tê û bi beşdariya 600 kesan tê lidarxistin.
Axaftinên destpêkê ji aliyê siyasetmedara Kurd Gulten Kişanakê û dadgerê berê yê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê Riza Turmen ve hatin kirin.
Serokê PENa Navneteweyî û nivîskarê Kurd Burhan Sonmez jî ji Londonê bi peyameke vîdeoyî beşdarî konferansê bû.
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan jî di konferansê de amade bûn.
Lê li şûna ku axaftinekê pêşkêş bikin, peyama wan a hevpar di konferansê de hate xwendin.
Her wiha Serokê CHPyê Ozgur Ozel û Serokê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu jî peyam ji konferansê re şandin.
Nivîskar, rewşenbîr û akademîsyenên wekî Ebbas Valî, Vahap Coşkun, Cuma Çîçek, Mesut Yegen, Alî Bayramoglu, Pakrat Estukyan, Dogu Ergil, Ferhat Kentel, Bekir Agirdir, Yuksel Genç û Fatma Bostan Unsal jî di rûniştinên cuda de gotaran pêşkêş dikin.
Pirsa sereke: Dê Kurd mafên xwe bistînin?
Komara Tirkiyeyê ya ku sala 1923yan hatiye damezirandin, niha 103 salî ye. Lê di sedsaliya duyemîn a komarê de niha pirs ev e:
Gelo dê Komara Tirkiyeyê bi pêvajoya aştî û çareseriyê bibe komareke demokratîk û hemû mafên bingehîn ên Kurdan bide an na?
Pirsa pêvajoyê bi piranî li dora vê mijarê dizivire. Ji ber vê yekê jî bang tê kirin ku dewlet û desthilata heyî berpirsyariya xwe bînin cih û Tirkiye ber bi demokratîkbûnê ve biçe.



