Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Edîrneyê yê Tirkiyeyê, xebatên ji bo dîtina termê Hestyar Herêm Mihemedê 12 salî yê ku di Çemê Merîçê de winda bibû, di roja 10an de berdewam dikin.
Reza Rostemê kalikê zarokan û xalê dayîka wan Xidir Ehmed Hesenê ku ji bo hawara dayîk û bavê zarokan ên dilşewat ji Silêmaniyê hatibûn Edîrneyê, li ser Çemê Merîçê bi xemgîniyeke mezin çûn cihê ku belema malbatê binav bûbû.
Kalikê zarokan ji hikûmeta Tirkiyeyê û ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz dike ku operasyona lêgerînê heta Hestyar bê dîtin berdewam bike.
Dayîk û bavê zarokan jî li Edîrneyê û malbatên wan jî li Silêmaniyê çaverê ne ku li gel cenazeyên Mêla û Heryad, cenazeyê Hestyar jî bê dîtin da ku her sê zarokên xwe vegerînin Herêma Kurdistanê.
Bapîrê Hestyar: Bila Hikûmeta Herêma Kurdistanê were hawara me
Reza Rostemê kalikê zarokan û xalê dayîka wan Xidir Ehmed Hesen, piştî bihîstina vê karesatê ji bo hawara keç û zavayê xwe ji Silêmaniyê hatin Edîrneyê.
Wan serdana wî cihî kir ku belema malbatê li wir binav bûbû. Bapîrê Hestyar bi dilekî şewat hawara xwe gihand berpirsan û got:
"Em ji hikûmeta Tirkiyeyê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwazin ku tîmên zêdetir ji me re bişînin û vî zarokî ji me re bibînin.
Bila li van xerîbiyan nemîne, qet nebe bila li Kurdistanê goreke wî hebe. Ji bo Xwedê bi hawara me ve werin, eger hûn bavên rasteqîn bin, bi hawara me ve bên."
‘Bila operasyona lêgerînê berdewam bike’
Ji bo dîtina Hestyar Herêm Mihemedê 12 salî ku zarokê herî mezin ê malbatê bû û li Silêmaniyê diçû pola 6an, xebatên lêgerînê di roja 10an de li nav Çemê Merîçê, di navbera sînorê Tirkiye û Yunanistanê de li qadeke 5 kîlometreyî didomin.
Xalê dayîka zarokan Xidir Ehmed Hesen derbarê rewşê wiha axifî:
"Em ji Silêmaniyê hatine û daxwaza me ew e ku ev lêgerîn berdewam bike heta ku cenaze bibînin.
Em spasiya dewleta Tirkiyeyê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin. Amadehî hemû hatine kirin. Em li benda cenazeyê sêyem in, eger bê dîtin em dê wan bibin Silêmaniyê."
Çîroka malbata ji Silêmaniyê: Tenê dayîk û bav sax mane
Roja 12ê Çiriya Pêşîn, endamên malbatê ji Silêmaniyê ji bo çûna Ewropayê ber bi Stenbolê ve hatibûn oxirkirin.
Lê belê niha ji wê malbatê tenê dê û bav sax mane, cenazeyên du zarokan hatine dîtin û çarenivîsa zarokê sêyem jî hîn nediyar e.
Dîmen û vîdeoyên dawî yên her sê zarokên ku di Çemê Merîçê de xeniqîne (Hestyar, Heryad û Mêla), wekî bîranîna li gel bapîr, dapîr, xal û xizmên wan beriya birêketina ber bi Stenbolê ve hatine tomarkirin.
Niha dê û bavê zarokan li Edîrneyê û malbatên wan jî li Silêmaniyê çav li rê ne. Hêviya wan ew e ku cenazeyê Hestyar jî bê dîtin, da ku bikaribin cenazeyên her sê zarokên xwe vegerînin Herêma Kurdistanê.


