Hewlêr (Rûdaw) - Li nêzîkî bajarê Hebronê (Xelîl) li başûrê Şerîeya Rojava di êrişeke bi çekan a li birceke leşkerî ya Îsraîlê de çend leşkerên Îsraîlî birîndar bûn û 2 êrişkar jî ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatin kuştin.
Piştî êrişê Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu çalakiyên bangeşeya hilbijartinê da rawestandin, civîneke lezgîn a ewlehiyê saz kir û biryara dorpêçkirina herêmê da.
Êrişê birca leşkerî ya Îsraîlê ya li nêzîkî cihê niştecîbûnê ya Cihûyan kir armanc.
Li gorî medyaya Îsraîlê, ew hêza ku rastî êrişê hat Tabûra Yedek a girêdayî Fermandariya Eniya Navxwe ya Îsraîlê bûye.
Kanalên 12 û 14 ên Îsraîlê ragihand ku di navbera êrişkaran û leşkerên Îsraîlê yên li bircê de şerekî dijwar rû daye û zêdetirî 20 xulekan berdewam kiriye.
Ji ber vî şerî veguhastina birîndaran bi derengî ketiye lê leşkerên Îsraîlê her du çekdar jî kuştine.
Saziya Hawarçûnê ya Îsraîlê diyar kir ku ji ber êrişê hinek kes birîndar bûne ku birîna hinekan ji wan giran e.
Her wiha hat ragihandin ku 2 leşkerên Îsraîlê hatine kuştin.
Netanyahu bangeşe rawestand û Hebron dorpêç kir
Ev êriş tenê çend roj beriya lidarxistina hilbijartinên giştî yên parlamentoyê rû da ku Netanyahu ji bo parastina posta xwe rûbirûyî pêşbirkeke dijwar e.
Piştî êrişê Netanyahu xwest ku Partiya Lîkudê hemû çalakiyên xwe yên bangeşeya hilbijartinê bide sekinandin.
Serokwezîrê Îsraîlê diyar kir ku wan rê li ber êrişeke gelekî mezintir girtiye çimkî di otomobîla êrişkaran de gelek çek û cebilxane hebûne.
Netanyahu ferman da artêş û hêzên ewlehiyê ku dorpêçeke tam deynin ser bajarê Hebronê û gundên derdora wê.
Her wiha xwest ku artêş amadehiya dorpêçkirina tam û ragihandina qedexeya çûn û hatinê ya li seranserî Şerîeya Rojava bike.
Gefa operasyoneke mîna ya 1967an
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li gel Wezîrê Parastinê Israel Katz çû Hebronê û gefa destpêkirina operasyoneke leşkerî ya mezin xwar.
Netanyahu da zanîn ku operasyoneke bi vî rengî ji sala 1967an ve li Şerîeya Rojava nehatiye dîtin.
Serokwezîrê Îsraîlê eşkere kir ku qonaxa yekem a operasyonê dê bi serdegirtina wan taxan be ku êrişkar jê derketine, pişt re derxistina şêniyan, pişkinîna mal bi mal û jinavbirina binesaziya çekdaran pêk were.
Netanyahu destnîşan kir ku artêş dê heman rêbaza Kanûna Paşîn a 2025an a li kampên bakurê Şerîeya Rojava bi kar bîne ku Neteweyên Yekbûyî ragihandibû bûbû sedema koçberbûna bi darê zorê ya bi hezaran kesan.
Banga hilweşandina Desthilata Filistînê û helwesta Hemasê
Wezîrên rastgir ên tundrew ên hikûmeta Îsraîlê tedbîrên herî tund xwestin.
Wezîrê Ewlehiya Neteweyî ya Îsraîlê Itamar Ben-Gvir got:
"Divê em li bendê nemînin heta ku 7ê Çiriya Pêşîneke din li Şerîeya Rojava rû bide.
Divê Desthilata Filistînê were hilweşandin, bêçekkirin û binesaziya terorê bi temamî were jinavbirin."
Wezîrê Darayiyê yê Îsraîlê Bezalel Smotrich jî xwest ku heman operasyona leşkerî ya li Xezeyê li Şerîeya Rojava jî were destpêkirin û avahiyên nêzîkî cihê êrişê werin rûxandin.
Tevgera Hemasê jî bêyî ku berpirsyariya êrişê bigire ser xwe pesnê vê çalakiyê da û ew wekî "bersiveke rewa ya li dijî tawanên Îsraîlê" bi nav kir.
Ji Çiriya Pêşîn a 2023yan ve ku şerê Xezeyê dest pê kiriye, li Şerîeya Rojava zêdetirî hezar û 100 Filistînî ji aliyê hêzên Îsraîlê û niştecihên Cihû ve hatine kuştin û herî kêm 49 Îsraîlî jî mirine.


