Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trump ragihand ku eger berpirsên Îranê bi wan re li hev nekin, dibe ku ew careke din êriş bikin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li eyaleta Floridayê ji alîgirên partiya xwe re axivî.
Trump di beşeke axaftina xwe de qala Îranê kir û got, "Dibe ku em operasyoneke biçûk a din a bi navê Xezeba Destanî encam bidin, yan jî ew dê peymanê bikin."
Amerîka û Îsraîlê 28ê Sibata îsal bi hev re êrişî Îranê kir.
Îranê jî bi mûşek û dronan êrişî Îsraîl û welatên cîran kir û bersiv da.
Amerîkayê navê "Xezeba Destanî" li wê operasyonê kiribû.
Serokê Amerîkayê li ser serkirdeyên Îranê jî axivî û anî zimên:
"Eger ew zîrek bin, dê bibêjin, bila em peymanê bikin.
Lê gumana min heye ku wê yekê bikin, çimkî dibe ku ne zîrek bin."
Gotinên Serokê Amerîkayê piştî daxuyaniyeke Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriye û Îraqê Tom Barrack hatin.
Tom Barrack di hevpeyvînekê de bersiva pirsa "Gelo dibe ku dawiya vê hefteyê êrişî Îranê bê kirin?" da û got, "Bê guman, belê dibe."
Lê nûnerê taybet ê Serokê Amerîkayê amaje bi hewlên dîplomatîk ên berdewam ên Washingtonê jî kir û ragihand:
"Serok Trump gelekî zelal e. Serok amade ye û deriyê wî ji bo peymanê vekirî ye."



