Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Beyogluyê ya parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyeyê, avahiyeke 4 qatî hilweşiya û ji ber ku kes di nav avahiyê de nebû, zererên canî çênebûn.
Li taxa Kalyoncu Kulluguyê ya navçeya Beyogluyê, şeva borî avahiyeke 4 qatî ku berê hatibû valakirin, hilweşiya.
Li ser agahdarkirinê tîmên Parastina Sivîlan, UMKE, AFAD û tendirustiyê çûn cihê bûyerê.
Tîman piştî ku tedbîrên ewlehiyê wergirtin bi qasî 3 demjimêran di nav kavilan de xebatên lêgerîn û rizgarkirinê kirin.
Di encama xebatan de hat diyarkirin ku kesek di bin kavilan de nemaye û zererên canî nînin.
Ji ber hilweşina avahiya 4 qatî wekî tedbîr avahiya li hemberî wê hat valakirin.


