Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên çekdar ên Îranê ragihand ku dema 4 keştiyên petrolê di Tengava Hurmizê re derbas dibûn mayînên deryayê bi wan ve teqiyane û agir bi wan ketiye.
Ev daxuyanî tenê rojekê piştî wê yekê hat ku artêşa Amerîkayê ragihandibû rêyên sereke yên wê tengavê ji mayînan hatine paqijkirin.
3 keştî di nav 24 demjimêran de li mayînan ketin
Artêşa Pasdaran a Îranê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di nava 24 demjimêrên borî de, 3 keştiyên petrolê yên binpêkar hewl dida di rêya başûr a Tengava Hurmizê re derbas bibin.
Ji ber ku ew rê rêpêdayî nîne, mayîn bi wan ve teqiyane û agir bi wan ketiye."
Daxuyaniyê amaje bi wê yekê jî kir ku wan her sê keştiyan pergalên xwe yên radar û şopandinê vemirandibûn.
Her wiha wan keştiyan hişyariyên hêzên deryayî yên Artêşa Pasdaran paşguh kiribûn.
Agir bi keştiyeke din jî ket
Piştre, artêşa Îranê jî eşkere kir ku keştiyeke din a petrolê li rojhilatê tengavê li mayînekê ketiye û agir pê ketiye.
Ev bûyer piştî çûna nav "herêmeke qedexekirî û metirsîdar" çêbûye. Heta niha ne diyar e bê ka wan keştiyan alaya kîjan welatî hildaye.
Di heman demê de, Desteya Operasyonên Bazirganiya Deryayî ya Brîtanyayê (UKMTO) jî daxuyaniyek da.
Desteyê ragihand ku raporek gihîştiye wan ku agir bi keştiyekê ketiye.
Cihê bûyerê 25 mîlan dûrî bakurrojhilatê herêma Xeseb a Umanê ye.
Pêştir jî desteyê qala noqbûna qeyikekê û lêketina amûreke nediyar li keştiyeke din a li tengavê kiribû.
"Bangeşeya paqijkirina mayînan bi belgeyan biselmînin"
Di çend hefteyên borî de, Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) daxuyaniyên nû dabûn.
CENTCOMyê çend caran tekez kiribû ku hemû mayînên deryayî yên di nav rêyên sereke yên hatûçûnê yên li Tengava Hurmizê de hatine pûçkirin.
Li hemberî vê yekê, Berdevkê Artêşa Pasdaran Husên Muhibî li ser tora civakî ya Xê bersiv da Amerîkayê û nivîsî:
"Bangeşeya paqijkirina mayînan a li Tengava Hurmizê bi belgeyeke serbixwe biselmînin, ne tenê bi daxuyaniyekê!"
Artêşa Pasdaran hişyarî da xwediyên keştiyan û şirketên keştîvaniyê ku di rêya başûr a tengavê re derbas nebin.
Artêşê diyar kir ku ew herêm mayînkirî ye û got, "Baweriyê bi xapandinên CENTCOMyê yên li ser torên civakî nekin."



