Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partî, Tevgera Jinên Azad (TJA) û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ji bo 1ê Çiriya Paşîn Roja Cîhanî ya Kobaniyê daxuyaniyeke hevpar da.
Daxuyanî li pêşiya konsulxaneya Sûriyeyê ya li navçeya Şîşliyê ya Stenbolê hat dayîn.
Endam û birêvebirên partiyên siyasî, saziyên civakî, Dayîkên Aştiyê û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.
Di çalakiyê de pankarta "Em şoreşa jinan a navneteweyî silav dikin" hat vekirin û dirûşmên wekî "Bijî berxwedana Kobaniyê" û "Kobanî ya me ye, rûmeta me ye" hatin berzkirin.
Daxuyaniya bi Kurdî ji aliyê birêvebirê DBPyê yê Marmarayê Mevlûd Aykoç ve hat xwendin.
"Berxwedana 134 rojan bû semboleke cîhanî"
Mevlûd Aykoç anî zimên ku 1ê Çiriya Paşîn roja nîşandana vîna jiyanê ya gelan a li hemberî tarîtiyê ye û got:
"DAIŞa dijminê bawerî, nasname, çand û jiyana hevpar a gelan û jinan, 15ê Îlona 2014an bajarê Kobaniyê dorpêç kiribû da ku destkeftiyên Şoreşa Rojavayê ji holê rake.
Li hemberî êrişa çeteyên DAIŞê ya li ser Kobaniyê, gelê Kurd, Ereb, Ermenî, Êzidî û berxwedêrên ji çar aliyên cîhanê Kobanî radestî tarîtiyê nekir.
Çeteyên DAIŞê yên ku dixwest şoreşê bitefînin, rastî berxwedaneke dîrokî ya 134 rojan hatin û têk çûn. Îro ev berxwedan bûye semboleke xurt a piştevaniya navneteweyî."
Aykoç bi bîr anî ku 1ê Çiriya Paşîn bi banga akademîsyen, parêzvanên mafên mirovan, xwediyên Xelata Aştiyê ya Nobelê û rêxistinên civaka sivîl wekî "Roja Cîhanî ya Kobaniyê" hatiye ragihandin.
"Divê girtiyên Doza Kobaniyê bên berdan"
Mevlûd Aykoç destnîşan kir ku divê pêşiya siyaseta demokratîk bê vekirin û wiha pê de çû:
"Parastina Kobaniyê helwesta li dijî sûcên li hemberî mirovahiyê ye. Li dijî polîtîkayên yekperest, zayendperest, mezhebperest û leşkerî parastina jiyana hevpar e.
Ji ber vê sedemê, di serî de Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, divê hemû girtiyên Doza Kobaniyê yên ku îro di girtîgehan de ne, werin berdan."
"Pêwîstî bi naskirina mafên Kurdan heye"
Aykoç diyar kir ku Kobanî ji bo gelên bindest bûye deriyê hêviyê û axaftina xwe wiha qedand:
"Guhertina nêzîkatiya siyasî ya ku hebûna Kurdan tune dihesibîne, pejirandina statuya wan a siyasî, çandî û civakî wekî yek ji gelên damezrîner ên Sûriyeyê, misogerkirina mafên wan ên zimanî û çandî û pejirandina birêvebiriyên herêmî pêdiviyên bingehîn ên çareseriyê ne.
Sûriyeyeke demokratîk tê wateya Rojhilata Navîn a demokratîk."
Daxuyanî bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.



