Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, ji ber zêdebûna hejmara girtiyan kapasîteya girtîgehan ji sedî 42yan derbas kiriye.
Her çi qasî ji bo 304 hezar û 184 kesan cih hebe jî hejmara girtî û mehkûman gihîştiye 434 hezar û 337 kesan.
Saziya Mafên Mirov û Wekheviyê ya Tirkiyeyê (TIHEK) rewşa xirab a 21 girtîgehan bi raporekê eşkere kir.
Li gorî raporê girtî mecbûr dimînin li erdê razên û ava wan ne paqij e.
Her wiha xizmetên tenduristiyê dereng dimînin û li hinek girtîgehan ji ber şertên giran hewldanên xwekuştinê zêde bûne.
Li girtîgehên Bakurê Kurdistanê rewş xirab e
Di raporê de rewşa girtîgehên Bakurê Kurdistanê jî bi awayekî berfireh cih digire.
Tespîtên sereke yên li herêmê bi vî rengî ne:
Mêrdîn: Li Girtîgeha Vekirî ya Tîpa Myê ya Midyadê, di qawîşên 24 metrekareyî de hinek girtî li erdê radizên.
Ew mecbûr dimînin heman dolaban bi hev re bi kar bînin. Li wê girtîgehê pergaleke vemirandina agir nîne, ava germ serê sibehê di saet 04:00an de tê dayîn û tuwaletên astengdaran xirab in. Her wiha ji bo kesên ku pêdiviya wan bi xwarina taybet heye, lîsteyeke cuda nayê amadekirin.
Îdir: Li Girtîgeha Tîpa Syê ya Îdirê, her çi qasî kapasîteya ku hatiye zêdekirin 735 be jî di dema serdanê de 862 girtî lê dihatin ragirtin.
Erzîngan: Li Girtîgeha Jinan a Girtî ya Erzînganê 509 girtî û 23 zarokên ku bi dayîkên xwe re dimînin hene. Li vê derê jî girtî li erdê radizên, hinek bişkojkên banga lezgîn naxebitin û petekên kalorîferan germ nakin.
Çewlîg: Li Girtîgeha Vekirî ya Çewlîgê 168 girtî hene. Li vê girtîgehê kêmbûna tuwalet û serşokan heye. Her wiha sînordarkirina dema ava germ, pirsgirêkên paqijî û nepeniyê derketine pêş.
Kapasîte têrê nake: 130 hezar girtî zêde ne
Li gorî amarên Birêvebiriya Giştî ya Girtîgehan (CTE) yên 1ê Çiriya Pêşîn a 2026an, li tevahiya 402 girtîgehan 434 hezar û 337 girtî hene.
Ev hejmar bi 130 hezar û 153 kesî (ji sedî 42,8) ji kapasîteya giştî zêdetir e.
Li gorî amarên civaka sivîl jî kapasîteya giştî ya bingehîn 304 hezar û 184 e.
Lê belê hejmara girtiyan nêzîkî ji sedî 30î vî sînorî derbas kiriye.
Ava bi zeng, tuwaletên pîs û qawîşên teng
Rewşa girtîgehên Tirkiyeyê jî ji yên Bakurê Kurdistanê ne cudatir e:
Kirşehîr: Li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê girtiyan diyar kiriye ku ava germ "bi zeng" diherike. Dema ew li benda germbûna avê dimînin, kotaya wan a ava germ diqede. Birêvebiriyê jî qebûl kiriye ku pirsgirêkeke giştî ya binesaziya avê heye.
Balikesîr: Li Girtîgeha Tîpa Lyê ya Balikesîrê ji ber qerebalixiyê girtî li erdê radizên. Ranza û dolab têrê nakin.
Çanakkale: Li Girtîgeha Vekirî ya Çanakkaleyê ji ber ku qawîş teng in, dolab derxistine korîdoran. Tuwalet û serşokên hevpar pîs in û hinek fayans û mûsilik şikestî ne.
Sakarya: Li Sakaryayê kapasîte hezar û 670 e lê 2 hezar û 377 kes lê hatine bicihkirin. Di tuwaletan de kufik û nembûn heye.
Pirsgirêkên tenduristiyê û 31 hewldanên xwekuştinê
Di raporê de tê diyarkirin ku mafê tenduristiyê yê girtiyan tê binpêkirin.
Girtî di dema xwe de nayên miayenekirin û şandina wan a nexweşxaneyan dereng dikeve.
Heta niha zêdetirî 80 girtî li benda çûna psîkiyatriyê ne û di peydakirina dermanan de derengketin çêdibin.
Ji aliyê din ve rewşa jin û zarokan metirsîdar e.
Li Girtîgeha Jinan a Tarsusê ya ku kapasîteya wê 460 kes e, 705 girtî hene.
Li wê derê 35 zarok bi dayîkên xwe re dimînin û 437 girtî xwediyê nexweşiyên kronîk in.
Li Girtîgeha Jinan a Yenîşehîrê ya Bursayê ji bo zarokan doşek an jî dergûş nayên dayîn û doşekên zêde bi pereyan tên firotin.
Li ser zarokan nîşaneyên kêmxwarinê hatine dîtin.
Ji ber van şert û mercên giran, tenê di nava salekê de li vê saziyê 31 caran hewldanên xwekuştinê (zerergihandina li laş) pêk hatine.
Li Hatayê jî di Girtîgeha Zarok û Ciwanan de piraniya makîneyên cilşuştinê xera bûne. Girtî neçar in cilên xwe bi destan bişon.
Di dawiya raporê de TIHEKê daxwaz kiriye ku qadên hevdîtinê yên hevjînan werin çêkirin.
Her wiha hatiye xwestin ku şertên tuwalet û serşokan bên başkirin û dema dayîna ava germ bê zêdekirin.
.jpg&w=3840&q=75)


