Hewlêr (Rûdaw) - Dezgeha Dadweriyê ya Îranê ragihand ku cezayê bidarvekirinê yê 2 xwenîşanderên ku zivistana borî li bajarê Îsfahanê hatibûn desteserkirin, hat bicihanîn.
Malpera "Mîzan"ê ya Dezgeha Dadweriyê ya Îranê da zanîn ku du girtiyên ciwan ên bi navên Emîrhusên Melikî û Emîrhusên Îbrahîmî hatine bidarvekirin.
Ew her du ciwan bi tohmeta beşdarbûna di xwenîşandanên şeva 8ê Sibatê de yên li Qada Elîxaniyê ya Taxa Melîkşehrê ya Îsfahanê hatibûn girtin.
Tohmetên li ser wan
Li gorî daxuyaniya Dezgeha Dadweriyê ya Îranê, her du ciwan bi tohmetên "dijminatiya li hemberî Xwedê", "kiryarên li dijî ewlehiya neteweyî û xirabkariya li ser erdê", "tehrîkkirina raya giştî" û "belavkirina tirs û xofê ya bi çekan" hatin darizandin.
Dadgehê piştî lêkolîna dosyayên wan her du ciwan wekî tawanbar dîtin û cezayê bidarvekirinê li wan birî.
Malpera Mîzanê diyar kir ku piştî temambûna pêvajoya temyîzê û pejirandina biryarê ji aliyê Dadgeha Bilind a Îranê ve, cezayê bidarvekirinê yê her du girtiyan hat bicihanîn.
Di heman dosyayê de berê jî bidarvekirin hebûn
Di çarçoveya heman dosyayê de rayedarên Îranê berê jî 2 xwenîşanderên bi navên Elî Riza Sepahî û Elî Riza Reîsî bi dar ve kiribûn.
Hikûmeta Îranê angaşt dike ku şeva 8ê Sibata 2026an di dema xwenîşandanan de li Qada Elîxaniyê komekê êrişî hêzên ewlehiyê kiriye û 4 endamên hêzên ewlehiyê hatine kuştin.
Girtin û bidarvekirinên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê
Piştî xwenîşandanên zivistana borî yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê dezgehên ewlehî û dadweriyê yên Îranê ve gelek kes hatin girtin û cezayên giran li wan hatin birîn.
Ev kiryarên desthilata Îranê rastî bertek û nerazîbûnên tund ên rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan tên.



