Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê bi bîr xist ku 4ê Çiriya Paşîn salvegera girtina Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş e û got ku piştî 10 salan divê Demîrtaş û girtiyên din ên Doza Kobaniyê bên berdan.
Tulay Hatîmogullariyê di civîna koma partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyeyê de axivî û rojeva Tirkiyeyê nirxand.
Hatîmogullariyê got:
"Sibe 4ê Çiriya Paşîn e. Beriya 10 salan derbeyeke siyasî pêk hat. Birêvebir û endamên me yên ku wê demê hevserokên me Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav wan de bûn, hatin desteserkirin û girtin. Bi Doza Kûmpasê ya Kobaniyê hat xwestin ku vîna bi milyonan kesan zincîr bikin."
"10 sal in ev mirov çima girtî ne?"
Tulay Hatîmogullariyê bal kişand ser biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û wiha pê de çû:
"10 sal in ev mirov çima li hundir in? Zarokekî ku wê demê 8 salî bû niha 18 salî ye û bûye dengdêr lê ev derbeya siyasî berdewam dike.
Di vê maweyê de ji bo hevalên me yên girtî gelek caran biryarên DMMEyê hatin eşkerekirin. Pêwîst e Tirkiye biryarên DMMEyê bi cih bîne.
Tevî van biryaran hevalên me wekî dîlên siyasî tên girtin. Ev doz veguhêzî tolhildana siyasî."
"Siyaseta qeyûman ji Wanê heta Stenbolê belav bû"
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê destnîşan kir ku derbeya siyasî ya 4ê Çiriya Paşîn bi tayînkirina qeyûman dewam kiriye û anî zimên:
"Di vê serdemê de li beşeke ji şaredariyên DEM Partiyê qeyûm hatin danîn. Ev nêrîn ji Wanê heta Stenbolê belav bû. Serokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu hîn jî girtî ye."
Hatîmogullariyê da zanîn ku ji ber girtina wî, Alîkarê Serokê Koma DEM Partiyê Sezai Temellî li Silîvriyê serdana Ekrem Îmamoglu kiriye û got:
"Ew hîn jî girtî ye û darizandina wî didome. Doh jî Alîkarê Serokê Koma me Sezai Temellî tevî şandeya me ji bo piştgiriyê li wir bû. Partiya me doh li Silîvriyê doz şopand."
"Cihê siyasetmedaran ne salonên dadgehan e"
Hatîmogullariyê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser vîna gel û got:
"Cihê siyasetmedaran ne salonên dadgehan e, cem gel e. Cihê siyasetmedaran ev kursî ne. Cihê siyasetmedaran ew meqam e ku jê re hatiye hilbijartin. Çimkî siyasetmedarê hilbijartî vîna gel e. Li dijî vîna gel standina wî meqamî û erkdarkirina qeyûm nayê qebûlkirin. Ev tê wateya binaxkirina demokrasiyê."



