Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê ragihand ku ew dê girtiyên siyasî ziyaret bikin.
Ev ziyaret dê di salvegera 10an a operasyona 4ê Mijdara 2016an de çêbibin.
Serkirdeyên partiyê dê biçin girtîgehên Edirne, Kandira û Sîncanê.
Ew dê li van girtîgehan bi Hevserokên berê yên HDPyê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê û girtiyên din ên siyasî re hevdîtinê bikin.
Dê li ber girtîgehan daxuyaniyê bidin
Li gorî daxuyaniya Navenda Giştî ya DEM Partiyê, hevdîtin dê îro pêk werin.
Piştî her ziyaretê, hevserok û berpirsên partiyê dê li ber deriyên girtîgehan daxuyaniyên çapemeniyê bidin.
Li gorî bernameya hevdîtinan, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari dê demjimêr 13:00an li Girtîgeha Edirneyê Selahattîn Demîrtaş ziyaret bike.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî dê demjimêr 14:00an li Girtîgeha Kandirayê bi Fîgen Yuksekdagê re bicive.
Di heman rojê de, Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu jî dê demjimêr 15:00an li Girtîgeha Jinan a Sîncanê girtiyên siyasî ziyaret bike.
Hat diyarkirin ku piştî hevdîtinan rayedarên DEM Partiyê dê peyamên Demîrtaş, Yuksekdag û girtiyên siyasî bi raya giştî re parve bikin.
“Derbeya siyasî” ya 4ê Çiriya Paşîn
4ê Çiriya Paşîn a 2016an, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê bi operasyoneke hemwext li gelek bajaran bi ser malên Hevserokên wê demê yên HDPyê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê de girt.
Wan ew û gelek parlamenter, berpirs û endamên partiyê desteser kirin.
Piştî biryara girtinê ya dadgehê, serkirdeyên sereke yên HDPyê hatin zindanîkirin.
Ev operasyon di nava partiyê de wekî "derbeya siyasî ya 4ê Çiriya Paşîn" tê binavkirin.
Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û bi dehan parlamenter û hevşaredarên HDPyê di çarçoveya "Doza Kobaniyê" de hatin darizandin û cezayên giran li wan hatin birîn.
Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) çendîn caran biryar da ku girtina wan siyasî ye û binpêkirina azadiya derbirînê ye.
DMMEyê daxwaza berdana wan kir lê Tirkiyeyê heta niha ev biryar bi cih neaniye.
Xxxxxxxx
Di salvegera 10an de hevserokên DEM Partiyê diçin serdana Demîrtaş û Yuksekdagê
DEM Partî dê peyamên Demîrtaş û Yuksekdagê bi raya giştî re parve bike
Bernameya DEM Partiyê ya 4ê Mijdarê: Dê li ber deriyê girtîgehan daxuyaniyê bidin

.jpg&w=3840&q=75)

