Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Omer Ocalan hûrgiliyên hevdîtina xwe ya li gel Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan eşkere kirin.
Omer Ocalan da zanîn ku Abdullah Ocalan li dijî wê yekê derketiye ku pêvajo tenê di çarçoveya çekdanînê de bê tengkirin û gotiye:
"Desteya ku em dê ava bikin Desteya Aştî û Siyasîbûnê ye û ez bi xwe dê koordînatoriya wê bikim."
Parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Omer Ocalan ku di heman demê de biraziyê Abdullah Ocalan e, di bernameyeke televîzyonê de li ser hevdîtina xwe ya li Girava Îmraliyê, qonaxa pêkanîna yasaya çarçoveyê û daxwazên Ocalan agahiyên nû dan.
Omer Ocalan diyar kir ku di hevdîtinê de mijara desteyên ku tê payîn li gorî yasaya çarçoveyê bên avakirin ketiye rojevê û Ocalan nêrîna xwe bi zelalî nîşan daye.
"Nabe pêvajo tenê bi çekdanînê were sînordarkirin"
Omer Ocalan gotinên Abdullah Ocalan ên derbarê mijara çekdanînê wiha ragihandin:
"Birêz Ocalan got, 'Her tim tên û dibêjin meseleya çekdanînê, koordînasyona çekdanînê. Êdî em vê yekê qebûl nakin. Desteya ku em dê ava bikin Desteya Aştî û Siyasîbûnê ye û koordînatoriya wê jî ez bi xwe dê bikim.'
Bi vê daxuyaniyê re Birêz Ocalan destnîşan kir ku nabe ev pêvajo tenê bi çekdanînê were sînordarkirin, divê bingeha siyaseta demokratîk ava bike."
Parlamenterê DEM Partiyê her wiha bal kişand ser hişyariyên Abdullah Ocalan ên ji bo desthilatê û wiha lê zêde kir:
"Birêz Ocalan rexneyên gelekî cidî kirin û ji rayedarên dewletê yên ku pêvajoyê bi rê ve dibin re got, 'Eger hinek kes bixwazin vê pêvajoyê bikin amûra hilbijartinê, dê bikevin nav şaşiyeke mezin.
Ev nêrîneke gelekî şaş e. Ev mesele meseleyeke gelekî cidî ye û divê gavên pratîkî bên avêtin.'"
Cihê nû yê Ocalan ê li Îmraliyê
Omer Ocalan li ser cihê nû yê Abdullah Ocalan ê li Girava Îmraliyê jî agahî dan û da zanîn ku ev der di nava sînorên girtîgehê de ye û ew ji girtîgehê derbasî wir dibin.
Omer Ocalan ev cih wekî "yekeyeke niştecihbûnê" pênase kir û ragihand ku di vî cihê nû de ji bo ku Ocalan karibe bi awayekî çalak beşdarî pêvajoyê bibe, derfetên xebatê hinekî hatine berfirehkirin lê destnîşan kir ku hevdîtina wan a dawî li jûra berê ya hevdîtinan pêk hatiye.
.jpg&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)

