Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê dema erkê qeyûmê li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê 2 mehên din dirêj kir.
Tevî ku Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî banga vegera Ahmet Turk a ser erkê wî kiribû jî, birêvebiriya qeyûm dê heta 4ê Kanûna Paşîn a 2027an li ser kar bimîne.
Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê biryara bidûrxistina Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û erkdarkirina qeyûm ji nû ve nirxand.
Li gorî biryara nû, dema erkê qeyûmê Mêrdînê Parêzgar Tuncay Akkoyun heta 4ê Kanûna Paşîn a 2027an hat dirêjkirin.
Tevî banga Bahçelî biryar nehat guhertin
Ev biryara Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê hevdemî wê bangawaziyê hat ku Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî di civîna koma partiya xwe de bangî desthilatê kiribû ku Ahmet Turk vegere ser erkê xwe.
Lê tevî vê daxuyaniya hevpeymanê sereke yê desthilatê jî Wezareta Karên Navxwe destûr neda ku Ahmet Turk vegere ser karê xwe.
Ahmet Turk: Mesele ne tenê qeyûm e
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk li ser berdewamkirina pergala qeyûman axivîbû û gotibû:
"Di vî warî de wekî takekes, li ser serokatiya şaredariyê ti çaverêkirin an daxwazeke min a mezin nîne lê ji ber ku vîna gel hatiye dizîn, em li hemberî vê diziyê têdikoşin.
Ev kiryareke neheq e. Mesele ne tenê qeyûm e, divê were nîqaşkirin ka pergaleke demokratîk çawa ava dibe û Kurd di çareserkirina pirsgirêkê de çi qas mixetabên rasteqîn in."
Cara sêyemîn e tê bidûrxistin
Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk di hilbijartinên xwecihî yên 31ê Adara 2024an de li ser lîsteya DEM Partiyê bi rêjeya ji sedî 57,4ê dengan wekî Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hatibû hilbijartin.
Lê Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê piştî 7 mehan, 4ê Çiriya Paşîn a 2024an bi hinceta doz û lêpirsînên berê ew ji erk bi dûr xist û Parêzgarê Mêrdînê Tuncay Akkoyun wekî qeyûm danî ser şaredariyê.
Ev cara sêyemîn e ku Ahmet Turk bi heman awayî ji erkê xwe yê şaredariyê tê bidûrxistin.
Berê jî piştî hilbijartinên xwecihî yên salên 2016 û 2019an, Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê bi heman hincetan Ahmet Turk ji serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bi dûr xistibû û qeyûm li şûna wî danîbû.

.jpg&w=3840&q=75)

