Hewlêr (Rûdaw) - Baroya Amedê li hemberî nîqaşên derbarê qedexekirina bikaranîna zimanê Kurdî ya di daxuyanî û parvekirinên baroyan de bertek nîşan da û ragihand ku daxuyaniyên bi Kurdî ne li dijî destûrê ne.
Baroya Amedê li ser malpera xwe ya fermî û hesabên xwe yên medyaya civakî bi Kurdî û Tirkî daxuyaniyeke nivîskî belav kir û parastina mafê zimanî wekî mafekî civakî û takekesî pênase kir.
Baroyê da zanîn ku di van rojên dawî de hinek kesan angaşt kiriye ku daxuyaniyên baroyan ên bi Kurdî li dijî xala 3yemîn a Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê ne û ji ber baro saziyên pîşeyî yên giştî ne, nikarin ji bilî Tirkî bi zimanekî din daxuyaniyan bidin.
"Parastina mafên mirovan berpirsyariyeke yasayî ye"
Baroya Amedê bi bîr xist ku li gorî xala 135an a Destûra Bingehîn û Yasaya Parêzeriyê ya bi hejmara 1136an, parêzerî xizmeteke giştî û pîşeyeke serbixwe ye û xala 76an a heman yasayê parastina serweriya hiqûqê û mafên mirovan dixe stûyê baroyan.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku xala 95an jî di vê çarçoveyê de erkên taybet dide desteyên birêveberiyê yên baroyan û wiha pê de çû:
"Dema ku baro li ser binpêkirina mafan daxuyaniyan didin, civakê li ser mijarên hiqûqî agahdar dikin û bi zimanên wan xwe digihînin komên cuda yên zimanî, ew erkên xwe yên yasayî bi cih tînin.
Tenê ji ber zimanê ku hatiye bikaranîn angaştkirina ku daxuyaniyeke bi Kurdî li dijî Destûra Bingehîn e, berevajî berpirsyariya parastina mafên mirovan e."
"Zimanê fermî rê li ber zimanên din nagire"
Baroya Amedê bal kişand ser naveroka xala 3yemîn a Destûra Bingehîn û destnîşan kir ku di vê xalê de tenê hatiye diyarkirin ku zimanê fermî yê dewletê Tirkî ye lê ev yek nayê wê wateyê ku bikaranîna zimanên din di qada giştî de an daxuyaniyên bi zimanên din qedexe ne.
Baroyê anî zimên:
"Zimanê fermî yê dewletê û zimanê ku xelk ji bo derbirîna xwe bi kar tîne dikarin ji hev cuda bin.
Bikaranîna zimanekî ya di qada giştî de statûya hiqûqî ya zimanekî din ji holê ranake. Bi taybetî, bikaranîna zimanên gelên ku dewletê pêk tînin di hemû ast û saziyên dewletê de mafekî xwezayî ye."
Xelata Ehmedê Xanî ya Serokkomariyê
Baroyê her wiha bal kişand ser Xelatên Mezin ên Çand û Hunerê yên Serokkomariya Tirkiyeyê yên sala 2026an û destnîşan kir ku dayîna Xelata Wefayê ya ji bo helbestvanê mezin ê Kurd Ehmedê Xanî nîşan dide ku dewlet mîrata ziman û wêjeya Kurdî wekî parçeyek ji vî welatî dinirxîne.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku sala 2001ê xala 26an a Destûra Bingehîn hat guhertin û qedexeya li ser bikaranîna zimanên cuda di derbirîna ramanan de hat rakirin.
Baroya Amedê di dawiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku îro Kurdî di saziyên cuda yên fermî yên Tirkiyeyê de tê bikaranîn û wiha qedand:
"TRT Kurdî bi Kurdî weşanê dike. Li dibistanên Wezareta Perwerdeya Neteweyî dersên bijarte yên Kurmancî û Zazakî tên dayîn.
Li zanîngehan beşên akademîk ên Kurdî hene û Wezareta Çand û Turîzmê jî pirtûkên Kurdî çap dike. Lewma her hewldana qedexekirina Kurdî li dijî hiqûqê ye."
.webp&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)

