Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li ser pêvajoyê ragihand, "Dibe ku carinan ji ber hestiyariya mijarê ev bipêşketin diyar nebin lê biryardariya me ya di vê mijarê de gelekî zelal e.
Erdohan her wiha got, "Şikeftên li pişt sînorên me qonax bi qonax tên valakirin. Xebatên tesbît û piştrastkirinê li gorî planê didomin."
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan Erdogan piştî serdana Koreya Başûr di dema vegera li Tirkiyeyê de di balafirê de pirsên rojnamegeran bersivandin.
Ji Erdogan hat pirsîn bê ka encamên hilbijartinên navberê yên Amerîkayê dê çawa bandorê li ser pêwendiyên Enqere û Washingtonê û siyaseta Rojhilata Navîn a birêvebiriya Amerîkayê bike.
Erdogan got, "Ez hêvî dikim ku encamên hilbijartinê ji bo gelê Amerîkayê bi xêr bin.
Di heman demê de ez hêvî dikim ku ev encam bandoreke erênî li ser herêma me û siyaseta cîhanê bikin. Dibe ku ji niha ve gotinên teqez hinekî zû bin."
Erdogan destnîşan kir ku têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê dispêrin kok û bingehên zexm û wiha axivî:
"Em du welatên hevalbendên NATOyê ne û têkiliyên me yên stratejîk ên demdirêj hene.
Wekî hûn dizanin herêma me ev demeke dirêj e di pêvajoyeke gelekî aloz re derbas dibe.
Li her çar aliyên me şer, pevçûn û zilm mixabin didomin. Em dixwazin herêma me di demeke herî kin de bigihîje aramiyê.
Daxwaza me ya herî mezin ew e ku encamên hilbijartinê bibin alîkarê aştiyeke mayînde û aramiya erdnîgariya me.
Ji bo vê armancê em dê hem bi birêvebiriya Amerîkayê re û hem jî bi Meclisa Nûneran û Senatoyê re di nav diyalogeke nêzîk de bin."
Gelo di pêvajoyê de rawestan heye?
Serokkomar Tirkiyeyê li ser pirsa gelo di pêvajoya çareseriyê de rawestan heye yan na, got:
"Beriya her tiştî pêvajoya me ya 'Tirkiyeya Bêteror' di çarçoveya ku qanûnê diyar kiriye de didome.
Ne pêkan e ku em di vê mijarê de tawîzan bidin. Em şopandina pêvajoyê bi hûrgilî dikin."
Erdogan tekez kir ku ew bi baldarî bi pêş ve diçin û got:
"Dibe ku carinan ji ber hestiyariya mijarê ev bipêşketin diyar nebin lê biryardariya me ya di vê mijarê de gelekî zelal e.
Şikeftên li pişt sînorên me qonax bi qonax tên valakirin. Xebatên tesbît û piştrastkirinê li gorî planê didomin."
"Em dê bi hev re bibînin ku teror bi dawî bûye"
Erdogan diyar kir ku komîteya di bin serokatiya Alîkarê Serokkomar Cevdet Yilmaz de hatiye avakirin û saziyên pêwendîdar ên dewletê bi temamî serwerî mijarê ne û wiha pê de çû:
"Bi pêkhatina tam a danîna çekan û temambûna pêvajoyên tesbît û piştrastkirinê, em dê derbasî qonaxeke nû bibin.
Çareserkirina pirsên bi vî rengî yên mezin hewcedarî birêvebirina pêvajoyeke hestiyar e.
Em jî di nava hewla wê yekê de ne ku vê mijarê bi hestiyarî bi rê ve bibin.
Em dê welatê xwe bi hev re bibin paşerojeke bêteror. Ji rastê, ji çepê, ji ku derê çi dibe bila bibe, em dê hemû van şikeftan vala bikin û înşalah em dê hemû bi hev re bibînin û bijîn ku êdî teror bi temamî xelas bûye."
Pêwendiyên bi Azerbeycanê re
Li ser pirsa "Hûn pêwendiyên bi Azerbaycanê re çawa dinirxînin? Hûn şîroveyên derbarê krîza di pêwendiyan de çawa dibînin?", Erdogan wiha bersiv da:
"8ê Çiriya Paşîn Roja Serkeftinê ya Azerbeycanê heye. Eger rewşeke awarte dernekeve, ez difikirim ku 8ê Çiriya Paşîn serdana Azerbeycanê bikim.
Înşalah bi vê serdanê derfeta me çêdibe ku em gavên pêwîst bavêjin.
Min bi xwe pêwendiya telefonî bi Serokkomarê Azerbaycanê Birêz Îlham Eliyêv re danî.
Bê guman min di vê navberê de hem Serokê Îstixbaratê û hem jî Wezîrê Karên Derve şand Azerbaycanê.
Her wiha di vê navberê de hem bi Birêz Îlham re û hem jî di navbera hevjînan de dîplomasiyeke telefonî hat meşandin û tê meşandin.
Ew jî gelekî girîngiyê didin Roja Serkeftinê ya 8ê mehê.
Ez her tim dibêjim ku têkiliyên me yên bi Azerbeycanê re ji hevdîtinên dîplomatîk ên klasîk gelekî wêdetir in.
Girêdana qutnebûyî ya her du welatan berhema dîrok, çand, qeder û înşalah paşeroja me ya hevpar e.
Ti astengî nîne ku biratiya Tirkiye û Azerbeycanê nikaribe derbas bike."


.jpg&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)