Enqere (Rûdaw) - Parlamenterên DEM Partiyê li ber deriyê Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê ya li Enqereyê daxuyaniyek da û 2 demjimêran nobeda aştiyê girt.
Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) bi vê çalakiya xwe ji hikûmetê dixwaze ku di serî de Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş hemû girtiyên siyasî werin berdan û di pêvajoyê de gavên lezgîntir werin avêtin.
Piştî çalakî û hevdîtinên Dayîkên Aştiyê yên li Enqereyê, beşek ji parlamenter û birêvebirên koma DEM Partiyê li ber Wezareta Dadê kom bûn.
Çalakiya DEM Partiyê bi daxuyaniya ji bo çapemeniyê dest pê kir û pişt re 2 demjimêran nobeda aştiyê hat girtin.
Daxwaza sereke ya parlamenteran berdana Selahattîn Demîrtaş û girtiyên Doza Kobaniyê bû.
Parlamenterê DEM Partiyê Onur Duşunmez li ser armanca çalakiyê got:
"Gelê Kurd dizane ku Birêz Demîrtaş, Birêz Yuksekdag û hevalên wan bêsûc in.
Ew ji bo aştiya gelê me, ji bo wekheviya gelê Kurd, ji bo ziman û çanda me dimeşiyan û niha jî dimeşin.
Ev 10 sal in meşa wan didome, em jî wekî rêhevalên wan tevlî meşa wan dibin.
Îro li ber deriyê Wezareta Dadê me daxuyanî da û em nobeda aştiyê digirin."
Banga lezkirina pêvajoyê
Parlamenterên DEM Partiyê di çalakiya xwe de bal kişand ser rewşa girtîgehan jî.
Bi taybetî ji bo girtiyên nexweş û hemû girtiyên siyasî daxwaza berdanê hat kirin.
DEM Partiyê di heman demê de ji bo zindîkirina pêvajoyê bangî hikûmetê kir.
Parlamenterê DEM Partiyê Vezîr Parlak jî anî zimên ku eger pêvajo dereng bikeve dê aliyên li dijî aştiyê xurttir bibin û da zanîn:
"Di vê serdemê de kesên li dijî pêvajoyê roj bi roj bihêztir dibin û zerereke mezin didin vê pêvajoyê.
Loma divê ev mijar li pêşiya hemû mijarên din bê nirxandin.
Eger wiha nekin û ev derfet ji destê me biçe, Komara Tirkiyeyê demokratîk nabe.
Heta ku Pirsgirêka Kurdan neyê çareserkirin pirsgirêkên civaka Tirkiyeyê jî nayên çareserkirin.
Di warê aboriyê de jî wiha ye. Binêrin niha em behsa budceyê dikin, dîsa budce û pere hemû ji bo şer in."
Şandeya DEM Partiyê û Dayîkên Aştiyê di hevdîtinên xwe yên li Enqereyê de ji rayedarên AK Partiyê jî xwest ku pêvajo bê zindîkirin û di mijara girtiyan de gav werin avêtin.


