کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

TIRKIYE

Pizîşkiyan: Divê pêwendiyên Îran û Herêma Kurdistanê werin bipêşxistin

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

12-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran12-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Ozgur Ozel: Partiya NÛ endaman nade Desteya Çavdêriyê
TIRKIYE18-11-2026

Ozgur Ozel: Partiya NÛ endaman nade Desteya Çavdêriyê

Omer Ocalan wêneyekî nû yê Abdullah Ocalan belav kir
TIRKIYE18-11-2026

Omer Ocalan wêneyekî nû yê Abdullah Ocalan belav kir

Tulay Hatîmogullari: Hevdîtinên di navbera dewlet û Îmraliyê de berdewam dikin
TIRKIYE18-11-2026

Tulay Hatîmogullari: Hevdîtinên di navbera dewlet û Îmraliyê de berdewam dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Îranê dixwaze pêwendiyên aborî û bazirganiyê yên di navbera Herêma Kurdistanê û welatê wî de pêş bikevin.

Serokkomarê Îranê her wiha da zanîn ku wan bi Serokê Herêma Kurdistanê re li ser pêşhatên dawî yên herêmê nîqaş kiriye.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan li bajarê Antalyayê yê Tirkiyeyê, di çarçoveya Lûtkeya Avhewayê de civiyan.

Serokkomariya Îranê li ser hûrgiliyên hevdîtinê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di civînê de behsa pêşhatên dawî yên herêmê û pêwendiyên dualî yên di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de hatiye kirin.

Li gorî daxuyaniya Serokkomariya Îranê, Mesûd Pizîşkiyan bal kişandiye ser pêwendiyên "kevn" ên çandî û dîrokî yên di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de ku "pêwîst e ji berê bêhtir werin bipêşxistin."

Serokkomarê Îranê her wiha bal kişand ser pêwendiyên aborî û bazirganiyê yên di navbera her du aliyan de û got:

"Li gorî şiyan û derfetên heyî, pêwîst e ev pêwendî ji berê bihêztir bibin û Komara Îslamî ya Îranê ji bo bidestxistina vê armancê bi temamî amade ye."

"Dijmin nikarin gelê Îranê tecrîd bikin"

Wekî ku Serokkomariya Îranê eşkere kiriye, Pizîşkiyan di beşeke hevdîtinê de behsa zextên Amerîkayê yên li ser Îranê kir û ragihand:

"Dijmin nikarin gelê Îranê di warê aboriyê de bixin bin tecrîdê, çimkî dost û cîranên wê yên baş ên wekî xelkê birêz ê Herêma Kurdistanê hene."

Serokkomariya Îranê her wiha diyar kir ku di hevdîtinê de Serokê Herêma Kurdistanê bi taybetî di warên aborî û civakî de tekezî li ser girîngiya çespandina "aştî, ewlehî û aramiya daîmî" ya li herêmê kiriye.

Peyama Nêçîrvan Barzanî

Hevdem Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê li ser civînê nivîsî:

"Vê sibehê li Antalyayê bi Serok Mesûd Pizîşkiyan re hevdîtineke min a berhemdar çêbû."

Serokê Herêma Kurdistanê da zanîn:

"Me li ser rewşa pêwendiyên dualî yên navbera Herêma Kurdistanê, Îraq û Îranê bîr û ra guhertin."

Nêçîrvan Barzanî her wiha destnîşan kir:

"Me tekezî li ser girîngiya berdewamiya hevahengî û hewlên hevpar ên ji bo rû bi rû bûnê li hemberî pirsgirêkên herêmê kir.

Her wiha me pêdagirî kir ku diyalog, têgihîştina hevpar û hevkariya hevbeş rêyên herî baş in ji bo aştî û aramiya berdewam."

Nêçîrvan Barzanî doh li ser vexwendina fermî ya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan beşdarî Lûtkeya Avhewayê ya li Antalyayê bû û di çarçoveya wê de bi gelek serokên welatan û serkirdeyên cîhanê re civiya.

Nûçeyên Têkildar

Ozgur Ozel: Partiya NÛ endaman nade Desteya Çavdêriyê
TIRKIYE18-11-2026

Ozgur Ozel: Partiya NÛ endaman nade Desteya Çavdêriyê

Omer Ocalan wêneyekî nû yê Abdullah Ocalan belav kir
TIRKIYE18-11-2026

Omer Ocalan wêneyekî nû yê Abdullah Ocalan belav kir

Tulay Hatîmogullari: Hevdîtinên di navbera dewlet û Îmraliyê de berdewam dikin
TIRKIYE18-11-2026

Tulay Hatîmogullari: Hevdîtinên di navbera dewlet û Îmraliyê de berdewam dikin

Pirsên