کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Article hero image
TIRKIYE

RAPIRSÎ - AK Partî û Partiya NÛ: Kî li pêş e?

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

16-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran16-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Ozgur Ozel: Partiya NÛ endaman nade Desteya Çavdêriyê
TIRKIYE18-11-2026

Ozgur Ozel: Partiya NÛ endaman nade Desteya Çavdêriyê

Omer Ocalan wêneyekî nû yê Abdullah Ocalan belav kir
TIRKIYE18-11-2026

Omer Ocalan wêneyekî nû yê Abdullah Ocalan belav kir

Tulay Hatîmogullari: Hevdîtinên di navbera dewlet û Îmraliyê de berdewam dikin
TIRKIYE18-11-2026

Tulay Hatîmogullari: Hevdîtinên di navbera dewlet û Îmraliyê de berdewam dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Şirketa Lêkolîn û Şêwirmendiyê ya Enqereyê (Ank-Ar), encamên rapirsiya xwe ya nû ya hilbijartinê eşkere kirin.

Li gorî encaman, AK Partî bi ji sedî 30î di rêza yekem de ye û Partiya NÛ jî bi ji sedî 28,4an di rêza duyem de cih digire.

Yek ji encamên herî balkêş ên rapirsiyê ew e ku rêjeya kesên bêbiryar û yên ku naçin ser sindoqê ji rêjeya partiya yekem zêdetir e.

Rapirsiya bi navê "Rojeva Hilbijêran" di navbera 26ê Çiriya Pêşîn û 3ê Çiriya Paşîn a 2026an de li 28 bajaran bi 2 hezar û 95 kesan re hatiye kirin.

Di lêkolînê de ji beşdaran pirsa "Eger sibe hilbijartina giştî çêbibe, hûn dê dengê xwe bidin kîjan partiyê?" hatiye kirin.

Rêjeya kesên deng nadin bilind e

Di rapirsiyê de ji sedî 18ê beşdaran eşkere kiriye ku ew naçin ser sindoqê. Rêjeya kesên bêbiryar ji sedî 9,8 e û kesên ku pirs bêbersiv hiştine an jî gotine "fikra min nîne" ji sedî 4,6 e.

Rêjeya van her sê koman bi giştî digihîje ji sedî 32,4an. Bi vî awayî, hejmara hilbijêrên ku dengê xwe diyar nakin an jî deng nadin ji dengê hemû partiyan zêdetir e.

Piştî ku dengên bêbiryaran û yên kesên naçin ser sindoqan li ser partiyan hatin dabeşkirin, AK Partî bi ji sedî 30î bû partiya yekem. Partiya NÛ jî bi ji sedî 28,4an bû partiya duyem.

Ferqa di navbera her du partiyan de tenê 1,6 xal e.

Di rapirsiyê de DEM Partî bi ji sedî 9an di rêza sêyem de cih digire. Li pey wê ÎYÎ Partî bi ji sedî 8,6 û MHP jî bi ji sedî 6,8an tên.

Encamên rapirsiyê

Li gorî encamên Ank-Arê rêjeya dengên partiyan wiha ye:

·         AK Partî: Ji sedî 30

·         Partiya NÛ: Ji sedî 28,4

·         DEM Partî: Ji sedî 9

·         ÎYÎ Partî: Ji sedî 8,6

·         MHP: Ji sedî 6,8

·         Partiya Anahtarê: Ji sedî 4,7

·         Partiya Zaferê: Ji sedî 4

·         YRP: Ji sedî 3,1

·         CHP: Ji sedî 2,6

·         Partiyên din: Ji sedî 2,6

Pirsên