Stenbol (Rûdaw) - Li sûk û bazarên dîrokî yên Emînonu, Sûka Misirê û Tahtakaleya Stenbolê amadehiyên Cejna Qurbanê berdewam dikin lê li nav bazarê, esnaf ji kêmbûna kirîn û firotinê, xelk jî ji bihabûna kel û pelan bi gilî û gazinc in.
Necdet Orhanê 48 salî ku ji Wanê ye û zêdetirî 20 salan e li navçeya Esenyurtê ya Stenbolê dijî, bi kurê xwe Ramazan re hatiye bazara Emînonuyê ku dan û standin û amadehiyên cejnê bikin.
Ew bi kêf û coş hatine bazarê lê dema çav bi bihayê kel û pelan dikevin hinekî tehmsar dibin.
Necdet Orhanê ku li Stenbolê karker e û li wir dijî got:
“Beriya 10 salan me dikaribû her tişt bikiriya lê niha ev yek ne mimkun e.
Şekir, loqim û çîkolata tên kirîn, zêde ne biha ne.
Rewşa aboriya Tirkiyeyê ne zêde baş e, mirov nikare here betlaneyê û li gorî dilê xwe tiştan bikire.”
"Em ji her tiştî kêm dikin û dijîn"
Şêniyên Stenbolê wekî kevneşopiya bi sedan salan, îsal jî ji bo dan û standinên cejnê bikin berê xwe didin bazara Emînonu, Sûka Misirê, Tahtakale û Mahmutpaşayê.
Wekî her sal îsal jî, esnaf ji kêmbûna kirîn û firotinê, xelk jî ji bihabûna kel û pelan bi gilî û gazinc in.
Malnişîn û şêniya Stenbolê Oya Alpê jî anî ziman:
“Mixabin em malnişîn in û ji ber ku meaşê me yê malnişîniyê kêm e em nikarin her tiştî bikirin.
Em ji her tiştî kêm dikin û dijîn. Dema em tiştekî dikirin divê em bi hesab bikirin.
Lewma malnişînî pir zor e.”
Xalê Mihemed ê malnişîn da zanîn:
“Her tiştî biha ye. Niha li bazarê digerim ku li gorî berîka xwe tiştan bikirim.”
Li bazarên Stenbolê şekir, çîkolata, loqim û şîrînahî li gorî Cejna Remezanê ji sedî 10 û li gorî sala par jî derdora ji sedî 30-50 biha bûne.
Li Emînonuyê kîloya kel û pelên cejnê ji 180 lîreyî dest pê dike û heta 950 lîreyên Tirkî diguhere.
Xelk tevî bihabûn û enflasyonê jî hewl dide hewcedariyên xwe yên cejnê bikire û bi malbat û hezkiriyên xwe re cejneke xweş derbas bike.