Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan ragihand ku wan ji bo Cejna Qurbanê li Girtîgeha Îmraliyê bi apê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtinek kiriye.
Omer Ocalan li ser hesabê xwe yê Xê peyamek parve kir û diyar kir ku Abdullah Ocalan ji bo Cejna Qurbanê silavên xwe şandine.
Omer Ocalan di peyama xwe de cih da gotinên Abdullah Ocalan û anî ziman:
"Birêz Abdullah Ocalan ji bo Cejna Qurbanê silavên xwe ji gelê me re şandin û got, ez diyar dikim ku em ji her demê bêhtir nêzîkî azadî û demokrasiyê ne û cejna gelê me pîroz dikim."
Daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê jî eşkere kir ku Ocalan û girtiyên din ên li gel wî bi malbatên xwe re civiyane.
Li gorî daxuyaniyê, Abdullah Ocalan îro bi endamên malbata xwe Gulsum Ocalan, Omer Ocalan û Mehmet Reşît Ocalan re li Girava Îmraliyê hevdîtineke malbatî kiriye.
Her wiha hat ragihandin ku girtiyên din Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar, Ergîn Atabey, Mahmut Yamalak û Zekî Bayhan jî bi malbatên xwe re civiyane.
Buroyê destnîşan kir ku Abdullah Ocalan di hevdîtinê de cejna her kesî pîroz kiriye û silav û hezkirinên xwe şandine.
