Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyeyê roja ewil a kar a piştî bêhnvedana Cejna Qurbanê bi nûçeyên operasyonan dest pê kir.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê de, vê sibehê li Şaredariya Bucayê ya CHPyê operasyoneke berfireh a gendeliyê hat kirin.
Di operasyonê de ji bo 70 kesan biryara desteserkirinê hat dayîn ku Serokê Şaredariya Bucayê Gorkem Duman jî di nav wan de ye.
Li gorî agahiyan, di encama xebatên teknîk û fîzîkî yên Şaxa Têkoşîna li Dijî Sûcên Darayî ya Birêvebiriya Ewlehiyê ya Îzmîrê de, li ser şaredariyê îdiayên giran derketine holê.
Li gorî dîtinên dozgeriyê hinek tohmetên ku bûne sedema vê operasyonê ev in:
- Bi bikaranîna derfet û çavkaniyên şaredariyê rêxistina sûcan hatiye avakirin û birêvebirin.
- Di navbera miteahîd û birêvebir û karmendên şaredariyê de bertîl hatiye dayîn û standin.
- Di pêvajoyên îmarê de bêrêyî hatine kirin û birêvebiriya şaredariyê di van pêvajoyan de rasterast rol wergirtiye.
- Kartên krediyê, hesabên bankan û wesayîtên şaredariyê ji bo xerciyên şexsî hatine bikaranîn
- Ew kesên ku li ser şaredariyê nûçe çêkirine an jî li ser medyaya civakî parvekirin kirine hatine derbkirin.
- Meaş dane wan kesan ku di pratîkê de kar nakin.
- Ew sepana ku di nav xelkê de wekî "karmendê bankamatîkê" tê zanîn hatiye tesbîtkirin.
Li 6 bajaran operasyon
Operasyon ku navenda wê Îzmîr bû li 6 bajaran di heman demê de hat kirin.
Ji gumanbaran birêvebirên şaredariyê, karmend û xwediyên şirketan hatin desteserkirin.
Şaredar Gorkem Duman di demjimêrên sibehê de li mala xwe hat desteserkirin û polîsan li mala wî lêgerîn kir.
Dozgeriyê eşkere kir ku ji bo desteserkirina gumanbarên reviyayî xebat didomin.
Betlaneya Phuketê jî di rojevê de bû
Beriya operasyonê Şaredar Duman ji ber sedemeke din jî ketibû rojeva raya giştî.
Di wê dema ku karkeran ji ber wernegirtina meaşên xwe ya bi awayekî birêkûpêk dev ji kar berdabû, derketibû holê ku Duman û stranbêj Sevcan Orhan bi hev re çûne Phuketê betlaneyê, ev yek jî bûbû sedema bertekên tund.
