Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku hêzên wan li Kuweytê 2 mûşekên balîstîk ên Îranê têk şikandine.
Ew mûşek ji bo armanckirina hêzên Amerîkayê hatibûn avêtin.
Ev êriş di demekê de ye ku dan û standinên navbera Washington û Tehranê yên ji bo bidawîkirina şer asê mane.
Her wiha Îran jî ji bo peymanê mercên nû datîne.
CENTCOMê di daxuyaniyekê de belav kir: "Şeva borî (yekşem li ser duşemê), hêzên Amerîkayê bi serkeftî rê li ber 2 mûşekên balîstîk ên Îranê girtin ku hêzên Amerîkayê yên li Kuweytê kiribûn armanc.
Ew mûşek yekser hatin têkşikandin û ti ziyan negihişt karmendên Amerîkî."
CENTCOMê her wiha tekez kir ku hêzên wan di amadebaşiyê de ne û her çi qasî ew piştgiriyê bidin agirbestê jî ew dê hêzên xwe ji "dijminatiyên Îranê" biparêzin.
Ev êriş piştî wê yekê hat ku artêşa Amerîkayê ragihandibû wan rojên şemî û yekşemê êrişî çend baregehên radar û kontrolkirina dronan ên Îranê kiriye.
Bersiva ji bo xistina drona Amerîkayê
Ev êrişên Amerîkayê wekî bertekekê bûn li hemberî xistina droneke wan a ji cureyê (MQ-1).
Piştî wê yekê, Supaya Pasdaran a Îranê ji medyaya fermî re ragihand ku wan êrişî wê baregehê kiriye ku Amerîkayê ji bo êrişan bi kar aniye.
Her çi qasî Îranê navê wî welatî neanîbe zimên jî, artêşa Kuweytê ragihand ku sîstema wan a parastina asmanî "êrişeke mûşekî û dronî ya dijminane" têk şikandiya
Dan û standin asê mane
Tevî çend hefteyên dan û standinên nerasterast ên bi navbeynkariya çend welatan, hîn jî Amerîka û Îran ji bo bidawîkirina şer yan jî vekirina Tengava Hurmizê negihiştine peymanekê.
Mihemed Baqir Qalîbafê ku ji aliyê Îranê ve berpirsê dan û standinan e li ser tora civakî ya Xê nivîsiye:
"Dorpêça deryayî ya Amerîkayê ya li ser benderên Îranê û rûdanên li Libnanê, belgeyên eşkere ne ku Amerîka pêbendî agirbestê nabe."
Mercên nû yên Îranê
Îranê niha mercekî nû diyar kiriye. Îran dibêje, divê her peymana aştiyê bidawîanîna êrişên Îsraîlê yên li ser Libnanê jî li xwe bigire.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî di konferanseke rojnamegeriyê de ragihand:
"Em tekez dikin ku agirbesta li Libnanê mercekî sereke ye ji bo her peymaneke ku armanca wê bidawîkirina şer be."
Derbarê bernameya wan a atomê de jî Beqayî got:
"Li ser hûrgiliyên dosyeya etomî ti dan û standin nehatine kirin. Di vê qonaxê de karê me yê sereke bidawîanîna şer e."
Ev jî bersivek e ji bo Donald Trumpê ku berê ragihandibû "Di peymanê de hatiye zelalkirin ku nabe Îran bibe xwediya çeka atomê."
Di heman demê de, Îran daxwaz dike ku 12 milyar dolarên wê yên blokekirî werin berdan berî ku biçe nav ti dan û standineke atomê.
Rewşa Libnan û Îsraîlê
Pevçûnên navbera Amerîka û Îranê di demekê de ne ku Îsraîlê êrişên xwe yên li Libnanê berfirehtir kirine.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu soz daye ku hêzên wan dê zêdetir biçin nav kûrahiya Libnanê.
Netanyahu ferman daye artêşê ku li başûrê Beyrûdê li "armancên terorîstî" bixin.
Artêşa Îsraîlê heta Kela Şeqîfê ya dîrokî ya li başûrê Libnanê jî kontrol kiriye ku salên 80yî û 90î wekî baregeheke leşkerî dihat bikaranîn.
Netanyahu ev yek wekî "guhertineke dramatîk" bi nav kir.
Amerîka ji aliyekî ve bi Îranê re dan û standinan dike, ji aliyê din ve jî piştgiriyê dide êrişên Îsraîlê yên li dijî Hizbulaha Libnanê.
Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî li ser daxwaza Fransayê, derbarê berfirehbûna êrişên Îsraîlê yên li Libnanê de civîneke bilez bike.
