Hewlêr (Rûdaw) - Hakan Fîdan ragihand ku di hevdîtina telefonî ya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump de Lûtkeya NATOyê ya Enqereyê hatiye rojevê.
Lûtkeya NATOyê ya li Enqereyê 7-8ê Tîrmehê were lidarxistin.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan diyar kir ku Donald Trump dinirxîne ku beşdarî lûtkeyê bibe.
Fîdan di çarçoveya serdana xwe ya Sîngapurê de ji Bloomberg TVyê re axivî û li ser pirsa "Gelo dê Donald Trump beşdarî Lûtkeya NATOyê ya li Enqereyê bibe an na?" got, "Bi qasî ku em zanin belê, plan dike ku beşdar bibe."
Fîdan destnîşan kir ku Erdogan û Trump di demên dawî de çend caran bi telefonê axivîne û Trump di her hevdîtinê de niyeta xwe ya beşdariya lûtkeyê aniye ziman.
"Amerîka pêbendiya xwe ya bi NATOyê re diparêze"
Hakan Fîdan eşkere kir ku tevî gotinên siyasî jî Amerîka pêbendiya xwe ya bi NATOyê re diparêze û anî ziman ku wan ti nîşane nedîtine ku Amerîka amadehiya vekişîna ji hevpeymaniyê dike.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê diyar kir ku Amerîka ji hevpeymanên xwe dixwaze ku xerciyên xwe yên parastinê zêde bikin û li pey çû:
"Amerîka ji bo ewlehiya wan bi berdewamî zextê li hevpeymanan dike ku berpirsyariyeke zêdetir bigirin ser xwe.
Di nav NATOyê de ji bo zêdekirina budceyên parastinê ji niha ve gav hatine avêtin.
Dema ku serkirde hatin ba hev em dê pêşketinên ku hatine tomarkirin binirxînin."
"Di dan û standinan de hewldaneke jidil heye"
Fîdan bal kişand ser dan û standinên di navbera Amerîka û Îranê de jî û ducare kir ku Tirkiye piştgiriyê dide pêvajoyê.
Fîdan ragihand ku alî ji bo dirêjkirina agirbestê di nav hewldaneke jidil de ne û destnîşan kir ku tevî vê yekê jî êrişên Îsraîlê yên li başûrê Libnanê yên li dijî Hizbulahê rîskeke cidî çêdikin û dibe ku dan û standinan asteng bikin.



