Hewlêr (Rûdaw) - Îro hevdem li gel dan û standinên rasterast ên dîplomatên Libnan û Îsraîlê yên li Washingtonê, êrişên Îsraîl û Hizbulahê yên li ser hev didomin.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio diyar dike ku Hizbulah li ber gihîştina peymana aştiyê asteng e.
Ev pevçûn piştî wê yekê tên ku Serokê Amerîkayê Donald Trump doh ragihand ku wî ji bo peymanekê di navbera her du aliyan de navbeynkarî kiriye.
Balyozxaneya Libnanê ya li Washingtonê diyar kir ku ev peyman di qonaxa yekem de tenê êrişên Îsraîlê yên li ser Beyrûdê û êrişên Hizbulahê yên li ser Îsraîlê li xwe digire û pişt re dê were berfirehkirin.
Heta niha ti aliyî bi fermî peymana Trump qebûl nekiriye.
Berpirsê payebilind ê Hizbulahê Mehmûd Qumatî di daxuyaniyeke nivîskî de got, "Em agirbesta demkî û natemam qebûl nakin."
Qumatî hişyarî da ku “divê dijminê siyonîst bizanibe ku her destdirêjiya li ser taxan dê bibe sedema bersiveke bihêztir û bibandortir.”
Rewşa li qada şer
Ajansa Nûçeyan a Niştimanî ya Libnanê ragihand ku îro Îsraîlê nêzîkî 30 cihên cuda yên li başûrê Libnanê bombebaran kirine û di encamê de kuştî û birîndar hene.
Hevdem Hizbulahê eşkere kir ku wan êrişî hêzên Îsraîlê yên li herêmên başûrê Libnanê kiriye, lê ti êriş li ser nav axa Îsraîlê pêkneaniye.
Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku wan du mûşekên ku ji Libnanê hatibûn avêtin xistine û ti zerarên canî çênebûne.
Hewldanên dîplomatîk ên li Washingtonê
Şer û pevçûn di demekê de ne ku dîplomatên Îsraîl û Libnanê ji bo gera çarem a dan û standinên rasterast li Washingtonê civiyane.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio îro di Komîteya Pêwendiyên Derve ya Senatoyê de got:
"Îsraîl û Libnan dikarin peymana aştiyê îmze bikin. Ti daxwazên axê yên Îsraîlê ji Libnanê nînin, lê Hizbulah li ber vê asteng e."
Zextên Trump li ser Netanyahu
Li gorî malpera Axiosê ya Amerîkayê, Donald Trump zext li Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu kiriye da ku ji êrişên xwe paşvekişîne.
Wekî ku Axios radigihîne, Trump di pêwendiyeke telefonî de ji Netanyahu re gotiye ku ew "dîn bûye" û bi van kiryarên xwe dan û standinên aştiyê yên li gel Îranê dixe metirsiyê.
Piştre Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz ragihand ku wan bi piştgiriya Washingtonê "hevkeşeyeke nû" daniye.
Li gorî vê, eger Hizbulah êrişên xwe yên mûşekî yên li ser Îsraîlê bidomîne, dê ew jî taxên Beyrûdê bombebaran bikin.
Rewşa mirovî û qurbanî
Di warê mirovî de rewş ber bi xerabûnê ve diçe.
Li nêzîkî bajarê Seydayê, tîmên rizgarkirinê termên 6 endamên malbatekê dîtin ku du zarok û jinek di nav de bûn.
Li bajarê Sûrê jî, Nexweşxaneya Cebel Amil piştî ku roja duşemê ji ber bombebaranê 39 karmendên wê birîndar bûbûn, ducare dest bi karên xwe kir.
Wezareta Tendarustiyê ya Libnanê radigihîne ku ji 2yê Adarê ve ji ber êrişên Îsraîlê 3 hezar û 468 kes hatine kuştin.
Li beramberî vê jî, 26 serbazên Îsraîlî û peymankarekî sivîl hatine kuştin.



