Washington (Rûdaw) – Piştî rûdanên Kerkûkê ya 16ê Cotmehê û hatina çekdarên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê ya ji bo vî bajarî, hê jî Amerîka naxwaze rol û bandora Îranê ya di wê êrîşê de qebûl bike. Piraniya berpirsên Amerîkayê jî xwe ji bersiva vê pirsê dûr dixin.
Derbarê vê helwesta Amerîkayê de, şêwirmendekî bilind ê Saziya Berevaniya Demokrasiyê dibêje, Amerîka di wê baweriyê de ye, ku aliyekê kurdî yê desthiladar li Kerkûkê, bi rêkeftina li gel Bexdayê ev kar encam daye û mijara Kerkûkê pirsekî navxwe yê Iraqê ye, ti rolekê Amerîkayê de di vê mijarê de nebûye.
Washington ji ber aloziya li Kerkûk û derdora wî dilgiran e. Lê heta niha jî weke temaşeker maye. Koska Spî nîgerniya xwe derdibire û ji herdu aliyan jî daxwaza aramkirina rewşê dike.
Berdevka Koşka Spî Sarah Huckabee Sanders ragihand: “Em herdu aliyan handidin ku xwe ji alozkirina rewşê dûr bixin. Em li dijî tundiyê ne û dixwazin balê bikişin ser şerê dijî DAIŞê û herwiha Îranê.”
Rûdawê derbarê rola Îranê ya di bûyera Kerkûkê de pirsek ji Alîkarê Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê Dana White pirsî lê wî bi vê gotinê xwe ji bersivê dûr xist:
“Em ji hemû aliyan dixwazin bigihin rêyeke hevpar a çareseriyê, giringiyê bidin şerê DAIŞê.”
Sedemekî sereke yê vê helwesta Amerîkayê heye, ku ew dibêjin aliyekê desthiladar ê kurdî li Kerkûkê bi hikûmeta Iraqê re rêkeftin kiriye.
Şêwirmendê bilind ê Saziya Berevaniya Demokrasiyê li Amerîkayê John Hana jî dibêje: “Hinek aliyên giring ên nav hikûmeta Herêma Kurdistanê, ku li kontrola cihên giring ên Kerkûkê li dest bû, razî bû wan deveran radestê hikûmeta Iraqê bike. Wate ev meseleyekî navxwe yê Iraqê ye û ti rolekî Amerîkayê tê de nîne.”
Berovajiyê vê helwesta rêveberiya Amerîkayê, di nav Kongreya Amerîkayê de piştgiriya kurdan roj bi roj zêdetir dibe. Senatorên navdar ên weke John McCain û Ted Cruz, peyamên tund arasteyê Bexdayê kirin.
Senatorê navdar ê Komariyan Ted Cruz dibêje: “Pêwîste Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî foksa hêzên xwe bixe ser şerê li dijî rêxistina DAIŞê. Eger êrîşên xwe yên li dijî kurdan berdewam bikin, divê Amerîka pêdaçûnê li ser alîkariyên leşkerî û meydanî ya dide hikûmeta Iraqê bike.”



