Hewlêr (Rûdaw) – Kolberekî xelkê bajarê Urmiyê li deverên sînorî yên navbera Rojhilat û Bakurê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da.
Li gor zanyariyên Rûdawê, şeva derbasbûyî kolberekî bi navê Tahir Çaşnî Dil ku xelkê gundê Helec ê devera Mergewer a Urmiyê ye, dema veguhestina kelûpelan ji deverên sînorî yên navbera Rojhilat û Bakurê Kurdistanê, li çiyayê Çîmen ji bilindahiyekê ketiye xwarê û jiyana xwe ji dest daye.
Çiyayê Çîmen dikeve navbera Mergewera Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê û Şemzînana Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê.
Çavkaniyekî ji devera Mergewer ji Rûdawê re diyar kir ku termê kolberê bi navê Tahir Çaşnî Dil ji aliyê welatiyekî ji gundê Helane yê Bakurê Kurdistanê ve ber bi qereqola artêşa Tirkiyê ya li wî gundî hatiye veguhestin û hê termê wî bo Rojhilatê Kurdistanê nehatiye şandin.
Hefteya derbasbûyî jî du kolberên xelkê devera Tergewera Urmiyê ji ber serma û aşûta (renî) berfê canê xwe ji dest dabûn.



