Waşîngton (Rûdaw) – Ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê tenê 2 hefte mane û siyasetmedar û lêkolînerên amerîkî jî ji nêzîk ve hilbijartinan dişopînin.
Rêveberiya Donald Trump bi fermî ragihandibû, ku ew di hilbijartinên Iraqê de piştgirî nadin ti namzedekî lê hinek hêviyên wan ji hikûmeta dahatî heye.
Li Washingtonê di panelekê de şirovekar û lêkolîneran mijara, “hêviyên Amerîkayê ji hikûmeta dahatî ya Iraqê” hate gengeşekirin. Yek ji hêviyên rêveberiya Waşîngtonê zêdetir başbûna peywendiyên Hewlêr û Bexdayê ne.
Lêkolînerê Peymangeha Washingtonê Michael Knights ji Rûdawê re ragihand: “Em ji nêzîk ve çavdêriya hilbijartinan dikin. Hêviya me ew e, ku serokwezîrê nû yê Iraqê welat ber bi aliyeke rast ve bibin. Herwiha hewl bide peywendiyên li gel Kurd baştir bike. Çimkî xirabûna peywendiyên Bexda û Hewlêrê û herwiha pevçûnên leşkerî tişteke negatîv bû.”
Amerîka ji ber destwerdana welatên navçeyê ya li karûbarên navxwe yên Iraqê pir nîgeran e. Bi taybetî jî piştgiriya Îranê ya ji bo grûbên cuda yên Heşda Şeibî ne bi dilê Amerîkayê ye.
Lêkolînerê Peymangeha Washingtonê Philip Smis jî got: “Nabe Amerîka ji ber rewşa niha ya Iraqê dilê xwe xweş bike. çimkî mîlîsên şîe yên ser bi Îranê ve tên birêxistinkirin. Wan gruban desthilateke mezin a siyasî û civakî bidest xistiye. Lewma divê Amerîka vê rewşê cidî bigre.”
Ajans û dezgehên cuda yên amerîkî jî bi hûr û kûr çavdêriya rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê dikin. Herwiha gelek dilgiran in, ku partiyên Kurd bi lîste û qewareyên cuda beşdarî hilbijartinan dibin.
Michael Knights di vê derbarê de diyar kir: “Li vir gelek dezgeh hene, ku karê wan tenê ew e, ku li ser siyaseta Kurdî hizir dikin. Li hemû ajansên hikûmetê, li wezareta derve, ya berevanî û ya asayîşa nîştîmanî de jûrên wiha hene û gelek kes tê de ne tenê karê wan ew e, ku siyaseta Kurdî dişopînin. Ji nêzîk ve nakokiyên navxweyî yên Herêma Kurdistanê dişopînin.”
Knights daxuyakirin, ku hikûmeta Amerîkayê pir dilgiran e, ku Kurd bi lîsteyên cuda beşdarî hilbijartinan dibin û got: “Çimkî hertim Kurd hertim li gel Rojava bûne û Amerîka piştrast kirine, ku dikarin 60 kursiyan bidest bixin.”
Li gorî zanyariyên Rûdawê hejmareke zêde yê berpirsên Wezareta Derve ya Amerîkayê niha li Iraqê ne.
Amerîka dixwaze piştî hilbijartinan li Iraqê demeke zû de hikûmeta nû were avakirin, ku di sala 2010ê de piştî hilbijartinan avakirina hikûmetê 200 rojan ajotibû. Ji lewra guman hene, ku îsal jî ji ber zêdebûna lîste û qewareyan ev senaryo dubare bibe.



