Hewlêr (Rûdaw) – Li 15 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li dijî Cemeata Fetullah Gulen, operasyonek hat kirin û di encamê de 22 kesbi hinceta endambûna wê cemeatê hatin desteserkirin.
Serdozgerîya Komarê ya Edanê da zanîn li dijî Cemeata Fetullah Gulen operasyonek ku navenda wê Edane bûye li 15 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hat encamdan.
Di wê operasyonê de “îmamekî zewacê”, efserek, 2 mamoste, fermanberek, 6 kesên di kerta taybet de kar dikin û 12 polîs hatin desteserkirin.
Ev operasyon li bajarên Edane, Stenbol, Enqere, Amed, Antalya, Riha, Dîlok, Balikesîr, Karaman, Erzerom, Xarpêt, Konya û Îzmîrê bûye.
Ew kesên navborî ji aliyê serdozgeriya komarî ya Edaneyê ve bi hebûna pêwendî û endamîtî di rêxistina ser bi Fethullah Gulen de hatine tohmetbarkirin.
Piştî hewla darbeya leşkerî ya 15ê Tîrmeha 2016ê li Tirkiyê, Hikûmeta Tirkiyê dest bi paqijkirina saziyên hikûmeta, artêş û hêzên ewlehiyê kir û bi dehan hezar kes bi tohmeta pêwendiyên li gel tevgera Gulen hatine girtin.



