Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 saetên dawîn de 52 hezar û 676 pêketiyên nû yên vîrusa coronayê hatin tomarkirin û herwiha 248 kes jî bi koronayê jiyana xwe ji dest dan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên nû yên Coronayê yên 24 demjimêrên borî aşkere kir.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê di nava 24 demjimêrên derbasbûyî de 302 hezar û 735 pişkinînên taybet bi Coronayê hatine kirin ku encamên 52 hezar û 676 ji wan pozîtîv bûye.
Li gor amarên nû, ji duh heta îro 248 kes ji pêketiyên Coronayê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest dane. Herwiha 32 hezar û 539 nexweşên Coronayê jî di nava 24 demjimêrên borî de baş bûne.
Bi van amaran re, hejmara kesên ku heta niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 3 milyon û 798 hezar û 333 kesan û 33 hezar û 702 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 3 milyon û 301 hezar û 217 kes jî ji vîrusê baş bûne.
Li gor Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, heta niha bi giştî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 41 milyon û 297 hezar û 580 pişkinînên Coronayê hatine pêkanîn.



