Balyozê Rûsyayê yê li Iraqê Elbrus Kutrashev di hevpeyvînekê de ji Rûdawê re ragihand, Iraq ji aliyê ne iraqiyan ve û di çarçoveya sînorên bi destçêkirî de hatiye damezrandin û tekez kir, sînorên destçêkirî yên li Rojhilata Navîn, ji bo hemû welatan pirsgirêkên din çê kirine.
Balyozê Rûsyayê yê li Iraqê Elbrus Kutrashev şev Sêşemê 6ê Tîrmeha 2021an beşdarî bernameya Rûdawî Emro (Rûdawa Îro) ya Rûdaw TV bû ku ji aliyê Bêston Osman ve tê pêşkêşkirin û têkildarî siyasetên Moskowê yên di derbarê Herêma Kurdistanê, Iraqê û Rojavayê Kurdistanê û hejmarek mijarên din de bersiva pirsên Rûdawê da.
Kutrashev diyar kir, ku di navbera Moskow û Hewlêrê de pêwnediyên baş û bihêz hene û tekez kir, ji ber sedema pandemiya Covid-19 serdanên di navbera herdu aliyan de kêm bûne.
Rûdaw: Ev yekem serdana te ye bo Herêma Kurdistanê. Peyama te ji bo serok û serokwezîrê Herêma Kurdistanê çi bû û hestê te çawa bû ku weke Balyozê Rûsyayê tu hatî Herêma Kurdistanê?
Elbrus Kutrashev: Bi zelalî biaxivim. Keyfxweşî ye ji bo min ku serdana Kurdistanê bikim û ji Bexdayê ve bême vir. Lê belê ya rast min ti peyamek ji bo serkirdatiya Herêma Kurdistanê nîne û peywendiya me, spas ji xwedê re, pêwîstiya wê bi pevguherandina peyaman nîne û em di têkilyeke berdewam de ne. Gotûbêjên me yên siyasî yên baş hene û di dawiyê de em dostên hev in. Di vê rewşê de jî, Balyozê Rûsyayê şansek wisa heye ku hatiye vê jîngeha dostane û hewayeke paqij hilmije, çimku keşûhewa li vir gelek baştir e.
Ev keşûhewayê xwezayî ye, derbarê keşûhewayê siyasî çi dibêjî, li Bexdayê nikarî weke pêwîst hewayeke azad hilmijî û li Hewlêrê baştir hewayê hildimjî?
Na, mebesta min ev nebû. Ji bo min Bexda bajarekî gelek giring e, nêzîkî zêdetir ji 5 salan min jiyana xwe li vê derê derbas kiriye, salên hêsan nebûn û ji bo Bexdayê bi xwe jî asan nebûye. Lê belê beşekî giring ji jiyana min bûye. Kurê min ê mezin jî her li Bexdayê ji dayik bûye, ji ber vê Bexda bûye beşek ji dîroka malbata min. Lêborîna xwe dixwazim ku rasterast siyasî naçim ser mijarê, lê min hez kir vê derfetê bikar bînim û tenê bi awayekî siyasî neaxivim derbarê wê dema ku li Iraq û Kurdistanê me. Bê guman di warê siyasî de jî, serdana min bo Kurdistanê peyameke vê heye, ku posta min li beramber Kurdistanê û Iraqê jî bi giştî, wek karê Maksîm Maksîmov, balyozê berî min ê li Iraqê ye. Di vî alî de jî çendîn karên siyasî hene ku divê em li Bexdayê pêk bînin, êdî hinek caram em dê serdana Kurdistanê bikin û li gel dostan bicivinm daku nêrînan bidin û bisînin.
Îro we derbarê çi de axivî?
Derbarê hemû tiştî de. Derbarê rewşa Iraqê , derbarê rewşa navçeyê de, derbarê Sûriyê, Îran û hemû ew mijarên ku em û hevbeşên me yên Kurd giringî pê didin.
Nêrîna te çî ye dema mijar dibe Iraq? Helbet nêrîna te li ser Îran û Sûriyê jî, lê belê em ji Iraqê ve destpê dikin.
Ezmûna min heye li Sûriyê, lê ezmûna min li Îranê tune ye, bê guman ezmûna min li Iraqê jî heye, lê belê min nêrîneke bê alî li ser mijara Îranê heye, eger rê bidî min, derbarê Iraqê de pêwîst nae amaje pê bikim ku rewş aloz e û reng e hinek mijar gelek dramatîktir bin ji ya ku em dixwazin derkevin, lê belê bi giştî eger bikarim bidim berhev, dibêjim hemû tişta ez li vir dibînim, ez berawird dikim li gel wêya ku di 2005an de hebû, dema pêştir min Iraq terk kir. Ji ber wê berawird li gel sala 2005, tişt ewqas xirab nînin, û hinek tişt baş in jî. Pirsa ewlehiyê ber bi pêş ve çûye, pira aborî ber bi pêş ve çûye, tevî hemû wan pirsgirêkên ku Iraq niha rûbirûyê wan dibe, di mijara aborî de, di mijarên civakî û qeyrana elektirîkê û tevahiya wan qeyranan de, li gor sala 2005, rewş gelek baştir e.
Lê li gor sala 2005, komên milîsên mezhebî li Iraqê nebûn ku weke mînak rûbirûyê şandên biyanî bibin, destwerdana welatên cîran gelek kêmtir bû berawird li gel îro, bi baweriya te Iraq her aramtir e, dema ku di vê çarçoveyê de berawird bikî li gel sala 2005?
Bibore, ku li gel nêrîna te nînim hevalê min, çimku aloziya mezhebî di sala 2005an de gelek bi başî dihat dîtin, eger ku di asta herî bilind de nebû, ku bi baweriya min paşê derket. Lê aloziya mezhebî hebû, komên çekdar hebûn, em wek Rûsyaya federal, welatekî pir netewî û pir olî ne, lewam dema me pirsgirêkek di asta olî yan netewî de hebe, em weke pirsgirêkeke siyasî ya temam fêm bikin. Di vî alî de bala me dikişîne, komeke çekdarî hebe ku rûbirûyê hikûmetê bibe û şandên dîplomatîk bike armanc, êdî bo me ne giring e olî be yan netewî, ew terorîst û dijminê me ne û em tûşî metirsiyan kirin di vê demê de. Di vî warî de em rastî zehmetiyeke dijwar a ewlehiyê kirin, û di sala 2006 de me pênc ji hevkarên xwe yên li balyozxaneyê ji dest dan.., heta niha ev mezintirîn zirara canî ye ku gihîştiye me, ne tenê li Iraqê lêbelê li Rojhilata Navîn.
Ew komana jî beriya demekê, heftiyek an 10 roj beriya niha bajarê Hewlêrê kirin armanc, êrişa xwe jî bi firokeyên bê dirokevan pêk anîn, çend gund li van nêzîkan kirin armanc, pêştir jî bi mûşek êrişî ser bajarê Hewlêrê kirin. Dizanim we ew êriş şermezar kirin, lêbelê nêrîna te li ser armanca êrişên wan koman bo ser Kurdistanê û şandên dîplomatîk û beşên din ên Iraqê çî ye?
Bi zelalî biaxivim, wêneyê temam ê wê yekê li ber çavê min nîne ku bizanim çi diqewime, bi baweriya min piraniya ewên ku şahidê bûyeran in, wêneyê temam li cem wan jî tune ye. Em (wan êrişan) wek beşek ji rêzebûyerên dramatîkî dibînin ku li Iraqê rû didin, zehmet e komêntê li ser bidim.
Ti fikrekî te heye li ser wê yekê ku kê li pişt wan bûyeran e?
Tenê dikarim bêjim ku Iraq bûye qadek jibo alozî û milmilaniyên cihê, hinek caran jî tu nizanî kê li pişt van êrişan e.
Başe êdî helwêsta Rûsyayê çî ye li ser ew aloziyên li Iraqê hene?
Ew alozî bi sedema çalakiyên komên terorîstî çê bûn, divê dezgeh û hêzên yasayî yên hikûmetê serederî li gel bikin, ew aloziyên ku bi sedemên siyasî çê bûne, divê bi hewldanên siyasî bêne çareserkirin. Ji ber wê naxwazim navê wan grûpan bînim, lêbelê hinek grûp hene ku beşek ji rêxistina siyasî û serbazî ya Iraqê ne, di heman demê de, hinek welat wan grûpan weke terorîst bi nav dikin.
Hûn jî wan (grûpan) wek terorîst bi nav dikin?
Em wan weke terorîst bi nav nakin.
Lêbelê te bi xwe peyva terorîst bikar anî, dema te behsa wan grûpan kirk u êrişî Hewlêrê kirin.
Min bi diyarkirî mebesta min ew grûp nebûn. Mebesta min ev e bi giştî- ya rast ji bo min gelek giring nîne, bêjim ew terorîst in û ewên din ne terorîst in, ew ne ev kar e ku em dikin, em şandên dîplomatîk in û karê me nirxandina rewşa welat e, herwiha em hewlek temam bidin ku alîkariya dostên xwe bikin jibo çareserkirina pirsgirêkên wan, lêbelê hewlên serekî divê ji aliyê iraqiyan bi xwe ve bê dayîn, çimku heta ku di nava xwe de bi awayê siyasî rûbirûyê pirsgirêkan nebin, zehmet e Iraq ewle û bihêz bibe.
Bi baweriya te hebûna hêzên biyanî sedemeke jibo vê aloziya li li vî welatî heye û eger ji vî welatî derkevin, Iraq dê baştir bibe û iraqî baştir dikarin pirsgirêkên xwe çaresr bikin?
Mixabin, mijar ne evqa asan e. Dema Amerîkayê Iraq dagîr kir, me weke nerewa bi nav kir, çimku ji aliyê Encûmena Asayişê ve nehatibû sizadan. Lêbelê paşê me ji wan re got, li gor qanûna navdewletî ji ber ku we ew welat dagîr kiriye, hûn di ber wê yekê de berpirsyarin ku li Iraqê çi diqewime. Ew jî di biryareke Encûmena Asayişê de hat pêşkêşkirin. Ji vî alî ve, zelal û aşkere ye ku ji aliyekê ve hebûna Amerîkayê li Iraqê aloziyê çê dike, di demdirêj de jî pirsgirêkek mezin e, di egerekê de jî ku ji Iraqê vekişiya û Iraqê jî ew yek nexwest, em dê piştevanê Iraqê bin. Di egera vekişînê de divê Amerîka bi berpirsyarî ve vekişe.
Ev berpirsyarî çi ye?
Wate, nabe vekişîna wan valahiya emnî pêk bîne.
Gelo çawa dikare ew valahiya emnî bê tijîkirin?
Ev ne pirsek e bo Balyozê Rûsyayê… rastî ew e… ev ne serêşiya min e. Lê ew ên bi hêz hatine Iraqê û serbazên xwe li Iraqê hiştine bo heyama 20 sal e, dibû…
Dikarî ji min re bêjî ku wan divê bîr lê bikin?
Divê zanîban…
Dizanî çima vê pirsê ji te dikim? Binêre, dema ku Amerîka ji hinek beşên Rojavayê Kurdistanê derket, Rûsan cihên wan tijî kirin û hêz birin wan deveran!
Rastiya wê ku tê bîra min, Amerîkî ji ber wê yekê vekişiyan ku rûbirûyê Tirkan nebin. Bi niyeteke baş a bo Sûriyan venekişiyan. Paşê jî Rûs li gel hikûmeta Sûriyê, ji ber ku li wê derê kêmtir in li gel hêzên hikûmeta Sûriyê, me asayişa xwe li hinek navçeyan berfireh kir ji bo ku hêzên nêzikî Tirkiyê li gel hêzên Kurdî rûbirû nebin.
Senaryoyeke wiha bo Iraqê çaverêkirî ye, egera wê heye rû bide?
Nexêr, ji bo Iraqê nexêr. Pêwîst e tekeziyê li ser vê yekê bikim, em bi temamî ji wê piştrast in ku Iraq, dewleteke yekgirtî ya xwedî serwerî ye û dikare bi hewlên xwe asayişa xwe biparêze. Eger Iraq hest bike ku pêwîstî bi alîkariyê heye, dikare daxwaza alîkariyê bike.
Rûsya amade ye alîkariyê bike?
Li gor min belê. Pirsyar ti caran bi vî cûrî nehatiye kirin. Ti caran daxwaz ji Rûsyayê nehatiye kirin ku di warê emnî de alîkariya Iraqê bike. Daxwaza hikûmeta Sûriyê gihişt me bo alîkariyê û me jî alîkarî kir. Bi liberçavgirtina rewşa Iraqê, gumana min heye Iraq wê daxwazê ji Rûsyayê bike.
Rosneft û Gazprom li Herêma Kurdistanê ne, hinek caran hebûna van herdu kompanyayan a li Herêma Kurdistanê, bûye sedem ku Iraq nîgeran bibe, tu çi di pêşeroja peywendiya aborî ya Moskow û Hewlêrê de dibînî? Ew bijardeyên bo weberhênana zêdetir di navbera Herêma Kurdistanê û Rûsyayê de çi ne?
Te got Iraq nîgeran e, mebesta te Bexda ye?
Belê.
Berî her tiştî, hemû çalakiyên me li her herêmeke Iraqê, divê bi hevahengî bin li gel hikûmeta Iraqê û desthilata xwecihî. Ev xaleke bingehîn a girîng e.
Lêbelê gelo pirsa Rosneft û Gazprom bi wî şêweyî bû?
Ew kompanyayên kerta taybet in. Ez hûrgiliyên hatina wan bo vê derê nizanim. Dibe bi rêyekê hatibin ku ne bi dilê hikûmeta Iraqê be, hûrgiliyan nizanim. Çendîn sal bûn, mijûlî Sûriyê bûm, niha vegeriyame Iraqê, mixabin hemû hûrgiliyên berê li gel min nînin. Lê ez behsa tiştên bingehîn dikim, xala bingehîn ew e ku em her karekî bikin li her welatekî Rojhilata Navîn, divê bi hevahengî be li gel desthilata yasayî ya wî welatî. Di vê dîtinê de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî desthilateke yasayî ye.
Wate, tu dosya petrola Herêma Kurdistanê rewa dibînî?
Ev pirsgirêkek e ku divê destpêkê di navbera Bexda û Hewlêrê de bê çareserkirin.
Lêbelê ev pirsgirêk, zêdetirî 10 sal e di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de nehatiye çareserkirin. Lê kompanyayên Rûsî ku hinek ji wan yên hikûmetê ne, berdewam in li ser hevahengiya li gel Herêma Kurdistanê!
Ev nîşan dide ku Rûsya gelek pragmatîst û xweguncînêr e. Çareserî ne tenê di berjwendiya kompanyayên Rûsî de ye, lê di berjwendiya Kurd û Iraqê jî de ye. Eger em behsa wan kompanyayan bikin, ti kesî ji me re negotiye ku çalakiyên wan kompanyayan neyasayî ne.
Lê belê hinek ji wan kompaniyan ji ber çalakiyên xwe yên li Herêma Kurdistanê, çalakiyên xwe li beşên din ên Iraqê rawestandin.
Tiştên wisa jî çê dibin, renge kompaniyan şaşî kiribin û hikûmetê ew bertek nîşan dabe. Ez vê weke pirsgirêkek mezin nabînim.
Gelo rêkeftina nû di navbera Herêma Kurdistanê û Rûsyayê de heye? Yan derbarê hilberînê de?
Mebesta hevbeş heye ji bo pêşvebirina pêwendiyên me, lêbelê min ti tiştek derbarê rêkeftinê de nebihîstiye. Niha jî zehmet e behsa van tiştan bê kirin, çimku me tevan pirsgirêka koronayê û bandorên wê heye.
Lê jiyan berdewam e.
Jiyan berdewam e, ji ber wê ye niha em bê mask li vir rûniştine û em behsa pêşerojê dikin.
Serdana serkirdatiya Herêma Kurdistanê bo Rûsya, yan serdana birêz Sergey Lavrov bo Herêma Kurdistanê, yek ji wan mijaran e gelek li ser tê gotin, gelo plan heye bo van corên serdanan?
Wek min behs kir, ji ber koronayê pirsgirêkên me hene. Ev hokar bûye jibo paşketina serdanan. Pêwendî beriya koronayê gelek baş bûn. Hêvîdarim wek berê lê bê. Asta baweriya hevbeş di navbera me û serkirdatiya Kurd de gelek bilind e. Eger demekê civîn û serdan çê nebûbin jî, nabe êdî ti şiroveke siyasî jê re bê kirin, hokar tenê locestîk e.
Ti vexandinek heye gelo?
Hêj na, heke bi zelalî biaxivim, renge di van nêzîkan de vexwandinname bên. Niha ne amade me ti zelalkirinekê di vê derbarê de bidim. Lêbelê bi zelalî dibîjim, mijar ne ev e Rûsya wan vexwîne, eger berpirsên Herêma Kurdistanê bixwazin serdana Herêma Kurdistanê bikin, tenê pêwîst e me gahdar bikin û em dê serdana wan organize bikin.
Wate vexwandin ne pêwîst e?
Careke din jî dibêjim, pêştir têkilî germtir bûn û me protocol hebûn. Em dostê hev in, heke em bixwazin mijarekê gotûbêj bikin, bi asanî em xwesteka xwe bo civînê nîşan didin.
Di du salên bihorî de Iraq bûye navenda çendîn guhertinên mezin, ji wan destjikarberdana kabîneya Adil Ebdulmehdî, kuştina Qasim Sulêymanî, xwepêşandanên Iraqê û astengên li pêşiya pêkanîna hikûmetê. Niha em dibînin Iraq ber bi hilbijartinan ve diçe, tu van du salan çawan dibînî? Bi baweriya ted ê hilbijartin bibe çareser jibo pirsgirêkên du salên derbasbûyî? Yan dibe sedema alozî û ne ewlehiyeke bêtir?
Eger rê bidî min dixwazim behsa wan bûyeran bikin ji aliyê stratejiya cîhanî ve. Di aliyê dîrokî de, pêwîst e em vê bizanin ku Iraqa îro ji aliyê kesên ne Iraqî ve hat damezrandin di çarçoveya sînorekî destçêkirî de. Ew sînorên destçêkirî yên Rojhilata Navîn, pirsgirêkek wihsa ye ku pirsgirêkên din jî ji hemû wan welatan re çê kiriye. Em behsa xelkê Iraqê û xelkê Sûriyê dikin, lêbelê pêwîst e ew xelk fêr bibin bi hev re bijîn weke gulekê.
Lê 100 salên bihorî nîşan da ku nikarin bi hev re bijîn.
Na, mijûl bin, fêr bibin.
Tu piştrastî?
Ez di vî warî de geşbînim. Hêj pêwîstiya wan bi demê heye. Di vî warî de; ez wiha dinirxînim ew krîzên niha li Iraqê çê dibin beşek ji wê proseyê ne. Mixabin dibe ku ew krîza dawî nebe ku rû dide. Lê mebesta min ev e bêjim ku Iraqê kariye di çend qonaxên dijwar re derbas bibe. Ya herî dawî beriya 20 salan bû, karî wek welatekî derbas bike, wek yek gek rigzar bû, wate ez geşbînim derbarê pêşerojê de.
Ya ku Iraq û Sûriye wek yek gel û yek dewletî bimînin?
Pêwîst e bikarin.
Pêwîst dike? Lê te bi xwe ji min re got ku ew sînor ji aliyê hin kesan ve hatine xêzkirin ku xelkê vê navçeyê nînin. Hûn wek Rûsya çima piştevaniyê li wan sînoran dikin, ku kesekî din beriya 100 salan xêz kiriye? Hûn çima dixwazin wek xwe bimîne?
Çimku beriya her tiştî em ne di wê pêgehê de ne ku behsa sînorên welatên din bikin. Têkiliya wê bi me tune ye.
Lê wiha ji min re nebêje, hûn jî dikin. Amerîka dike, Rûsya dike.
Na Rûsya wê nake. Em behsa sînorên welatan nakin. Em wê wek pirsgirêkek navxweyî dibînin. Girêdayî serweriya wan welatan e. Her gotûbêjek derbarê guhertina sînoran û her hewlek jib o guhertina sînoran, hertim karesatan bi xwe re tine, bûyerên dramatîkî, qurbaniyên mirovî û wêranî.
Ne baştir e ku bêjî rewşa heyî?
Em piştgiriya istiqrarê dikin.
Pirsa min a dawî derbarê Rojavayê Kurdistanê de ye. Piştî vekişîna hêzên Amerîkayê ji wê navçeyê, danûstandin di navbera Rûsya û Hêzên Sşriya Demokratîk (HSD) de destpê kir. Dibû ew danûstandin ber bi pêş ve biçûba? Yan wiha bêjim, çima encameke wê tune bû?
Mixabin ez li gel nêrîna te nînin, li gel şêweya pirsa te.
Lewma min pirs bi du şêweyî pêşkêş kir.
Çimku beriya her tiştî, Amerîka ti carî ji Rojava nevekişiya, belku li wê derê biryar bi dest in.
Ji wan navçeyan vekişiya ku paşê ji aliyê Tirkiyê ve hatin dagîrkirin
Ew navçeyên biçûk in. Pirsgirêk ev e Amerîka beşek ji axa Sûriyê dagir kiriye. Pirsgirêk tenê başûrê rojhilatê Sûriyê nine, navçeya Tenef, li vê derê binkeya wan a serbazî heye bi şêweyeke neyasayî û li 55 kîlometrên navçeyê hêzên xwe belav kirine, ku em îtîrafê pê nakin, lê pêwîst e em li ber çav bigirin daku em xwe ji pevçûna li gel hêzên Amerîkayê dûr bigirin. Amerîkî bi ti awayî ji başûrê rojhilatê Sûriyê nevekişiyane.
Dixwazî bêjî, bakurê rojhilat?
Belê, bû guman bakurê rojhilatê Sûriyê. Amerîkî li vê derê biryar bi dest in û dest bi talankirina çavkaniyên xwezayî yên Sûriyê kirine, ku mebesta min petrol e. Rola wan li wê derê rûxîner e. Derbarê Hêzên Sûriya Demokrat de jî, ew di danûstandinê de ne, ne li gel Rûsya lê belê li gel hikûmeta Sûriyê li Şamê. Rûsya jî li ser bingeha pêwendiyên me yên li gel herdu aliyan, em hewl didin rola navbênkar bibînin, an rola rêkxerê danûstandinan.

