Hewlêr (Rûdaw) - Îtalyayê di maça Lîga Neteweyan 4-1 zora Tirkiyeyê bir.
Di Lîga Neteweyan a UEFAyê de hefteya duyem bi lîstina 8 maçan berdewam kir.
Di hefteya duyem a Lîga Neteweyan de di lîgên A, B û Cyê de pêşbirk hatin lîstin.
Tîma Neteweyî ya Futbolê ya Tirkiyeyê di maça Koma 2yan a Lîga Ayê de li Stadyuma Yuzuncu Yil Ataturkê ya Bursayê bi Îtalyayê re lîst.
Tîma Neteweyî ya Tirkiyeyê di vê maça li mala xwe de li hemberî Îtalyayê 4-1 têk çû.
Hefteya duyem a lîgê dê sibe bi lîstina 10 maçên din bi dawî bibe.
Encamên maçên îro
Encamên pêşbirkên ku îro hatin lîstin bi vî rengî ne:
Lîga Ayê
Koma 1ê:
Tirkiye - Îtalya: 1-4
Belçîka - Fransa: 0-1
Lîga Byê
Koma 2yan:
Gurcistan - Ukrayna: 0-0
Îrlandaya Bakur - Macaristan: 0-0
Koma 4an:
Romanya - Bosna û Hersek: 2-4
Swêd - Polonya: 3-1
Lîga Cyê
Koma 2yan:
Ermenistan - Montenegro: 2-3
Letonya - Qibris: 0-0



