کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Karwanekî ku berê vegeriyabû Serê Kaniyê / Wêne: Arşîv

Karwanekî ku berê vegeriyabû Serê Kaniyê / Wêne: Arşîv

Kurdistan

Karwanê 5em sêşemê vedigere Serê Kaniyê

Nûşîn Hemê

Nûşîn Hemê

11-10-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Nûşîn Hemê
Nûşîn Hemê11-10-2026

Nûçeyên Têkildar

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Hemû endamên HEVBENDÎyê hatin berdan
Kurdistan19-11-2026

Hemû endamên HEVBENDÎyê hatin berdan

Operasyona HEVBENDÎyê: 14 siyasetmedarên Kurd şandin dadgehê
Kurdistan18-11-2026

Operasyona HEVBENDÎyê: 14 siyasetmedarên Kurd şandin dadgehê

Hewlêr (Rûdaw) - Karwanê ku dihat plankirin sibe (duşem) vegere Serê Kaniyê su sibe (sêşem) vedigere.

Plan hatibû danîn ku karwanê 5em ê koçberan sibe vegere Serê Kaniyê lê Berdevkê Komîteya Koçberên Serê Kaniyê Mehmûd Cemîl ji Rûdawê re ragihand ku ew karwan dê sêşemê ji Kampa Serê Kaniyê û dibistanan vegere cih û warên xwe.

Mehmûd Cemîl eşkere kir ku ew karwan ji nêzîkî 400 malbatan pêk tê ku hejmara wan a giştî digihe derdora 3 hezar kesan û piraniya wan Kurd in.

Li gorî gotina Mehmûd Cemîl, piraniya kesên di wî karwanî de ji rûniştvanên Kampa Serê Kaniyê ne û hinek ji wan jî ew kes in ku li dibistanan bi cih bûbûn.

Mehmûd Cemîl da zanîn ku koçber dê li rojavayê Serê Kaniyê, Zirgan û Til Temirê ve vegerin û destnîşan kir ku ji bo veguhastin û ewlehiya rêwîtiya wan hemû amadehiyên pêwîst hatine temamkirin.

Heta niha 4 karwan vegeriyane:

•             Karwanê yekem: 10ê Tebaxê vegeriyabû û ji derdora 400 malbatî pêk dihat.

•             Karwanê duyem: 8ê Îlonê vegeriyabû ku ji derdora 700 malbatî pêk dihat.

•             Karwanê sêyem: 5ê vê mehê (Çiriya Pêşîn) vegeriyabû û di wî karwanî de 516 malbat hebûn.

•             Karwanê çarem: 8ê vê de bi rê ketibû û ji 493 malbatan pêk dihat.

Pirsên