کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

TENDURISTÎ

Pisporê Kurd ê li Brîtanyayê ji bo krîza dil dermanekî nû dît

Ala Şalî

Ala Şalî

11-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Ala Şalî, peyamnêra Tora Medyayî ya Rûdawê ye li ofîsa Ewropayê. Ji roja 13ê Gulana 2013an ve li gel Rûdawê kar dike.
Ala Şalî
Ala Şalî11-11-2026
Ala Şalî, peyamnêra Tora Medyayî ya Rûdawê ye li ofîsa Ewropayê. Ji roja 13ê Gulana 2013an ve li gel Rûdawê kar dike.

Nûçeyên Têkildar

Çermê serê wê di maşîna go-kartê de jê bûbû: Piştî emeliyata 7 demjimêran hat dirûtin
TENDURISTÎ18-11-2026

Çermê serê wê di maşîna go-kartê de jê bûbû: Piştî emeliyata 7 demjimêran hat dirûtin

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê salane 34 hezar kes bi penceşêra pişikê dikevin
TENDURISTÎ16-11-2026

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê salane 34 hezar kes bi penceşêra pişikê dikevin

BERLÎN - Konferansa Komeleya Bijîşkên Kurd a Almanyayê tê lidarxistin
TENDURISTÎ14-11-2026

BERLÎN - Konferansa Komeleya Bijîşkên Kurd a Almanyayê tê lidarxistin

London (Rûdaw) - Pisporekî Kurd ê li Brîtanyayê bandora dermanekî nû yê ji bo nexweşên krîza dil dît.

Ew pispor Dr. Selahedîn Ubêd e.

Dr. Selahedîn Ubêd li Brîtanyayê pisporê nexweşiyên dil e û wî dermanekî nû çêkiriye ku metirsiya krîza dil kêm dike.

Selahedîn Ubêd ji Rûdawê re got, “Navê dermanê me yê nû 'Cangrelor' e û ew bi lez li dijî krîza dil bandorê dike."

Bi kanyulayê tê dayîn

Li ser çawaniya bikaranîna dermanî, ew eşkere dike ku derman rê li ber krîza dil digire û bi kanyulayê didin nexweş.

Ev derman piştî ku nexweş krîza dil derbas dike, bi asprînê re tê dayîn da ku damarên wî yên xwînê nexitimin.

Bi vî awayî nexweş ducare krîza dil derbas nake û jiyana wî nakeve metirsiyê.

Bandorên metirsîdar kêm dike

Dr. Selahedîn Ubêd her wiha got, "Dermanê 'Cangrelor'ê bi asprînê re didin wan kesên ku krîza dil li wan daye û ev derman bandorên metirsîdar ên krîzê yên li ser dil kêm dike."

Wî her wiha diyar kir ku dermanê 'Cangrelor'ê jiyana nexweşên krîza dil diparêze û bi vî awayî dilê wan ranaweste.

Pisporê Kurd da zanîn ku ew niha dermanê xwe yê nû li welatên Ewropayê bi kar tînin.

Wezareta Tenduristiyê dikare dabîn bike

Dr. Ubêd di dawiyê de destnîşan kir û got,  "Ji ber bandora baş a dermanê me yê nû ew li Ewropayê tê bikaranîn û Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê jî dikare vî dermanî bi dest bixe, çimkî niha li bazaran e û li ber dest e."

Pirsên