Hewlêr (Rûdaw) - Grûba Krîza Navnetewî (ICG) dezgeheke Amerîkî ye û ji bo dîtina çareseriyê ji kêşeyên navdewlêtî re lêkolîn dike û raporan belav dike. Dezgeha navborî gellek raport li ser kêşeya Tirkiyeyê û Kurdan jî belavkirin. Berpirsê şaxê Tirkiyeyê yê ICG Hugh Pope, ji Rûdawê re behsa pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê û kêşeyên gerîllayên PKKê li Bakurê Kurdistanê dike.
Rûdaw: Ji demekê ve hikûmeta Tirkiyeyê dest bi pêvajoyekê kiriye ji bo aştî
Ev nîşanek baş e ku vê carê pêvajo biser dikeve 
Eger PKK dev ji şer berde, ev gavek e ji bo nêzîkbûna derxistina PKKê ji lîsta terorê ya Amerîk û Ewropayê
Hugh Pope: Di destpêkê de gellek kesan bi guman li vê pêvajoyê dinêrtin û bawer nedikirin ku biserkeve. Lê niha tê dîtin ku herdu aliyan jî xwe ji dil dane çarserkirina kêşeyê. Pêvajoya vekişandina çekdarên PKKê dest pê kir. Pişt re jî ev pêvajo wiha li PKKê kir ku ji çiyê bên xwarê. Ev nîşanek baş e ku vê carê pêvajo biser dikeve. Bi derbasbûna her rojekê bi aramî û bê şer, derfeta serketina vê pêvajoyê bilindtir dibe.
Li gor te, bi serketina vê pêvajoyê Amerîka û Ewropa PKKê ji lîsta terorê derdixin?
Bêguman wiha ye. Eger PKK dev ji şer berde, ev gavek e ji bo nêzîkbûna derxistina PKKê ji lîsta terorê ya Amerîk û Ewropayê. Herwiha niha li Tirkiyeyê tê dîtin ku têkilbûna BDP û PKKê ye. Ev jî destpêka hatina PKKê ye bo nav pêvajoya siyasî. Li beramber vê jî Tirkiye dibîne ku divê reformê bike. Jiyana Kurdên Tirkiyeyê asayî bike û emû mafên wan jî bide wan.
Serokê PYDê Salih Muslim bi zîrekî siyasetê dike 
Bi vekişandina çekdarên PKKê re, hinek gotegot hene ku dibêjin bi rastî çekdarên PKKê nayên Kurdistanê, lê belê berê xwe didin Rojavayê Kurdistanê, ku li wir bingehek wan a cemawerî ya xurt heye. Ev heta çiqasî rast e?
Di nêrîna min de wê tiştek wiha hebe. Divê tu wê yekê bi bîr bînî ku Kurdên Sûriyê mafên xwe dixwazin. Mafên wan jî bêhtir li Sûriyê tên dîtin. Lewma eger her nîşanek PKKê werbigirin, ziyanê digihînin xwe. Ez guman dikim ku serokê PYDê Salih Muslim bi zîrekî siyasetê dike û dide xuyakirin ku ew Kurdên Sûriyê ne, ne PKKyî ne.
Tu rola Herêma Kurdistanê çawa dibînî, di vê proseya di navbera Enqere û Qendîlê de?
Gellekî girîng e ku Herêma Kurdistanê di vê pirsê de bê alî bimîne. Eger Tirkiye berjewendiyên xwe yên herêmî di wê yekê de dibîne ku pêwendiyek xurt bi Kurdên Îraqê û yên Bakurê Sûriyê re hebin, divê kêşeya kurdî ya nav welatê xwe çareser bike. Lewma çareserkirina kêşeya kurdî li Tirkiyeyê bi qasî ku pêwendiya wê bi Tirkiyeyê û PKKê re heye ewqasî pêwendiya wê bi Herêma Kurdistanê re nîne. Rola Herêma Kurdistanê rolek ne yekser e.
Lê tu nabînî ku bandora xurtbûna pêwendiyên Enqere û Hewlêrê mezin bû li ser destpêkirina vê pêvajoya ku di navbera Tirkiyeyê û PKKê de dest pê kir?
Bêguman ev alîkar bû. Di van çend salên borî de, bi sedema vekişandina Amerîkayê ji Îraqê, Tirkiyeyê hewl daye ku pêwendiyek wê ya nêzîk bi Kurdan re hebe. Lê eger kesek din bê ser desthilata Tirkiyeyê, wê guhertin bi ser vê pêwendiyê de bê. Herwiha ev pêwendiya xurt pêwendiya wê bi wê re jî heye ku Tirkiye, ji serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî, dilteneg e. Di nêrîna min de jî ku kesek din bibe serokwezîr, ev pêwendî jî tê guhertin.
Tirkiye têgihîşt ku bê Ocalan nikare kêşeya kurdî çareser bike 
Eger ev pêvajo biserkeve, siberoja Ocalan çawa dibe? Di nêrîna te de ew di zindanê de dimîne?
Ya girîng ew e ku Tirkiye têgihîşt ku bê Ocalan nikare kêşeya kurdî çareser bike. Berî demekê jî cîgirê serokwezîrê Tirkiyeyê ragihand ku eger rewş asayî bû û kêşe çareser bû, ew bîra wê dibin ku Abdullah Ocalan ji zindanê derxin û li nav mala wî têxin destliseriyê. Li gor min jî eger ev pêvajo biser ket, ti kêşe derneket û 6 meh di ser re derbas bûn û hemû kesên dilzar haş bibin, dibe ku her tişt rûbide.

.webp&w=3840&q=75)

