6ê Hezîranê, li Neteweyên Yekbûyî Roja Zimanê Rûsî ye. Di vê rojê de gotinên Ivan Turgenev (1818 - 1883) yê romannivîs û dramanivîsê sedsala 19an tên bîra mirov ku dibêje: "Di rojên dudiliya li ser qedera welatê min de, tenê tu şahî û piştgiriya min î, ey zimanê Rûsî yê mezin, bi hêz, rast û azad."
Neteweyên Yekbûyî sala 2010an Roja Zimanê Rûsî diyar kir. Ev yek wekî rêzgirtina ji bo yek ji şeş zimanên fermî yên saziyê û ji bo nîşandana pêwendiya ziman û rabirdûya çandî ya bi destkeftên îro re hat kirin.
Ev roj bi roja jidayîkbûna Aleksander Puşkin (1799-1837) ve hatiye girêdan. Puşkin ji aliyê gelek kesan ve wekî bingehdanerê wêjeya nû ya Rûsî tê qebûlkirin. Zîrekiya Puşkin di wê yekê de bû ku wî karîbû axaftina rojane ya xelkê bi kevneşopiya wêjeyî re bike yek. Bi vê yekê şêwazekî yekgirtî ava kir ku şêweyê peyv û rêzimana Rûsiya nû diyar kir. Berhemên wî dengekî nû dan zimanê ku îro bi milyonan kes pê diaxivin.
Lê belê rehên zimanê Rûsî gelekî kevntir in û ji zimanê "Slaviya Rojhilat a Kevn" tê ku zimanê hevpar ê serdema Rûsyaya Navîn bû. Sedsala 9an, 2 keşeyên bi navên Cyril û Methodius ên ku ji Împaratoriya Bîzansê hatibûn, alfabeya "Glagolîtîk" ku alfabeya herî kevn a Slavan e afirand û bingeha nivîsînê danî. Di nava sedsalan de ev ziman bi rêya berhemên nivîskarên mezin ên wekî Lev Tolstoy û Anton Çexov bi pêş ket û şêweyê xwe yê nûjen girt.
Îro li seranserî cîhanê nêzîkî 258 milyon kes bi zimanê Rûsî diaxivin. Bi vê yekê zimanê Rûsî di nav 10 zimanên herî zêde tên bikaranîn de cihê xwe girtiye. Ev ziman (li gel Erebî, Çînî, Îngilîzî, Fransî û Spanyolî) yek ji zimanên fermî yên Neteweyên Yekbûyî ye. Her wiha zimanê fermî yê Rûsya, Belarûs, Qazaxistan û Qirxizistanê ye. Di heman demê de li Asyaya Navîn wekî zimanê lihevtêgihiştinê tê bikaranîn. Li Ukrayna, Moldova û welatên Baltikê jî bi berfirehî tê axaftin.
Yek ji rûpelên herî geş û zêrîn ên dîroka vî zimanî ew e ku ji fezayê dest pê kir. 4ê Çiriya Pêşîna 1957an, dengê sînyala Sputnîk 1ê (ku keştiya yekemîn a fezayê ye) li seranserî cîhanê hat bihîstin ku agahiyên teknîkî yên bi zimanê Rûsî bi xwe re hildigirt.
Paşê jî geşta dîrokî ya Yuri Gagarin a 12ê Nîsana 1961ê, bingeha vî zimanî wekî zimanê lêgerîn û keşfkirina fezayê xurttir kir. Ev mîrat li Stasyona Fezayê ya Navneteweyî (ISS) jî didome. Li wir zimanê Rûsî li gel Îngilîzî wekî yek ji du zimanên kar maye.
Keştîvanên fezayê yên li seranserî cîhanê fêrî Rûsî dibin ku karibin pergalên hestyar û sereke bi kar bînin. Di nav wan de keştiya fezayê ya Soyuzê û beşên Rûsî yên li nav stasyona navneteweyî hene.
Di serdema dîjîtal de zimanê Rûsî li ser înternetê bi pêş ketiye û wekî yek ji 7 zimanên pêşeng ên înternetê tê dîtin. Tora Runetê (beşa Rûsî ya înternetê) gelek platformên xwemalî yên wekî Yandex, Rambler û VK li xwe digire. Rojane bi milyonan bikarhêner bi rêya chat, blog û forumên dîjîtal Rûsî bi kar tînin û civakeke dîjîtal a çalak ava kirine.
Em 6ê Hezîranê rêzê li zimanekî digirin ku barê çand û zanista cîhanî hildigire. Zimanê Rûsî xelkê li seranserî cîhanê bi hev ve girê dide. Ev yek îsbat dike ku pirrengiya zimanan ne asteng e, hêzek e ku me hemûyan dewlemend dike.
Nîşe: Ev gotar ji aliyê Konsulê Giştî yê Rûsyayê yê Herêma Kurdistanê Maxim Rubin ve hatiye nivîsandin û bi taybetî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re şandiye

.webp&w=3840&q=75)

