Di guherîneke dîplomatîk a dîrokî de, Amerîka û Îranê ji bo bidawîanîna şerê navbera xwe peymaneke fermî îmze kir. Ev peyman bi navbeynkariya Qeter û Pakistanê pêk hat.
Donald Trump biryar da ku dorpêça deryayî ya li ser Îranê bi dawî bibe. Li hemberî vê yekê jî dê foneke ji 300 milyar dolarî ji bo avakirina Îranê were avakirin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump piştrast kir ku wî ferman daye ku dorpêça deryayî ya li ser benderên Îranê yekser bi dawî bibe.
Ev yek jî dê rê li ber vekirina Tengava Hurmizê ya stratejîk veke.
Li hemberî vê yekê jî dê êrişên li hemû eniyan, bi Lubnanê ve jî, bi temamî werin rawestandin.
Tê plankirin ku roja înê li Swîsreyê merasîma fermî ya îmzekirina peymanê bê lidarxistin.
Fona 300 milyar dolarî û avakirin
Yek ji xalên herî girîng ên peymanê, avakirina foneke weberhênan û avakirinê ya navneteweyî ye. Bihayê vê fonê 300 milyar dolar e.
Li gorî zanyariyan hûrgiliyên fona weberhênanê wiha ne:
- Amerîka û hevalbendên wê dê ji bo plana avakirina binesaziya sivîl a Îranê asankariyan bikin.
- Pere bi şiklê neqd ji hikûmeta Îranê re nayên dayîn. Ew dê bi rêya sektorên taybet û giştî ji bo nûjenkirina sektora enerjiyê û binesaziyê werin xerckirin.
- Ev gav wekî lihevkirinekê ye li hemberî daxwaza destpêkê ya Îranê. Îranê wekî qerebûya şer daxwaza trilyonek dolarî kiribû.
Dê 24 milyar dolarên cemidandî werin berdan
Xeyn ji fona avakirinê, tê plankirin ku nêzîkî 24 milyar dolarên cemidandî yên Îranê werin berdan. Ev pereyên Îranê li derveyî welêt in.
Lê ev berdan bi çend mercan e:
- Berdan dê qonax bi qonax be û dê bi rêya bankên Qeterê pêk were.
- Dê 6 milyar dolar yekser tenê ji bo kirîna xwarin û dermanan werin terxankirin. Ev wekî alîkariya mirovî tê dîtin.
- Berdana hemû pereyan bi bicihanîna mercên deryayî û nukleerê ve girêdayî ye.
Qonaxa "rawestandin li hemberî rawestandinê"
Peyman dê di du qonaxan de were bicihanîn.
Qonaxa yekem a 60 rojî ye. Washington dê pêbend bibe ku ti cezayê nû li ser sektorên bank, deryavanî û petrola Îranê nesepîne.
Li hemberî vê yekê jî Îran dê dewlemendkirina uranyumê rawestîne. Her wiha dê êrişên milîsên çekdar bide sekinandin û çûnûhatina Tengava Hurmizê asayî bike.
Qonaxa duyemîn jî rakirina cezayan a bi temamî ye. Ev gav dê tenê wê demê bê avêtin ku Îran ji bo hilweşandina binesaziya xwe ya nukleerî peymaneke giştgir îmze bike.
Astengî: Îsraîl û Kongre dilgiran in
Tevî ku geşbîniyek heye jî li pêşiya peymanê sê astengiyên sereke hene:
Li Amerîkayê: Lindsey Graham û hejmarek endamên Kongreyê vê projeya 300 milyar dolarî wekî "pêşkêşkirina Plana Marshallê ji dijmin re" bi nav dikin. Ew li dijî vê projeyê derdikevin.
Li Îranê: Aliyên tundrew û medyaya wekî Rojnameya Keyhanê rexneyên tund digirin. Ew dibêjin ku tîma dan û standinan "karta guvaşê ya Hurmizê" ji dest daye bêyî ku pereyên neqd bi dest bixe.
Li herêmê: Îsraîlê dilgiraniyeke zêde nîşan daye û artêşa xwe xistiye amadebaşiyê. Îsraîl dê ji bo her operasyona serbixwe ya li dijî navendên nukleerê yên Îranê amade be, eger Tehran dewlemendkirina uranyumê bi temamî nerawestîne.
Omer Ehmed, Berpirsê Maseya Aborî ya Tora Medyayî ya Rûdawê
.webp&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)

