Ferman Salih
Hin roj hene ku tenê wekî hejmarekê di salnameyê de namînin lê dibin xala cudaker a di navbera du serdemên cuda de.
29ê Gulana 2013an, ji bo medyaya Kurdî ne tenê roja jidayikbûna dezgeheke medyayê bû, di heman demê de veguherîneke dîrokî bû ku hevsengiyên ragihandin û hilberîna zanyariyan ji binî ve guherandin.
Îro ku 13 sal di ser wê veguherînê re derbas dibin, Rûdaw êdî ne tenê navekî medyayê ye. Ew bûye nasnameyeke navneteweyî ya Kurdan û pencereyeke biriqandî ku civaka cîhanî ji wir li kûrahiya rûdanên Kurdistan û Rojhilata Navîn dinêre.
Baweriya bîneran vegeriya
Beriya avakirina Rûdawê, bînerê Kurd di dema krîzên mezin û kêliyên çarenivîs de hinekî winda dibû. Çavê Kurdan her tim li ser ekranên biyanî û ajansên navneteweyî bû da ku zanibin li nav mala wan çi diqewime.
Rastî bi fîltreyên wergerê û nêrînên wan ên siyasî digihîştin me ku gelek caran li gel rastiya navxwe ya herêm û Kurdistanê cuda bûn.
Rûdawê ev hevsengiya heyî serûbin kir. Wê ne tenê bawerî ji bo bîneran vegerand, di heman demê de maseya zanyariyan a di asta herêmê de jî guherand.
Niha Rûdaw bûye ew çavkaniya pêbawer ku ajansên nûçeyan ên cîhanî wekî stasyoneke bingehîn a zanyariyan pişta xwe pê girê didin.
Ev destkefta herî mezin a medyaya Kurdî ye ku em ji wergirekî bêdeng veguherîn hilberînerekî bibandor ê li bazara cîhanî ya nûçeyan.
Pêşengiya nûjeniyê û hişê çêkirî
Tişta ku Rûdawê cuda dike ne tenê gihandina nûçeyan e, di heman demê de pêşengiya nûjeniyê ye. Rûdaw medyaya ewil a herêmê ye ku sûd ji hişê çêkirî (AI) wergirtiye.
Ev ne tenê wekî amrazekê lê wekî stratejiyekê ji bo lezkirin û baştirkirina kalîteya zanyariyan tê bikaranîn. Ev nîşaneya wê yekê ye ku ev tora medyayê her tim gavaekê li pêş demê ye.
Nifşeke nû ya medyakaran
Yek ji destkeftên stratejîk ên Tora Medyayî ya Rûdawê, gihandina nifşeke nû ya medyakaran e. Wan standardên cîhanî veguhastin nav bedena medyaya Kurdî û zimanekî nû ji bo rûmalkirinê afirand.
Nûjenî li cem Rûdawê stûneke mayînde ye. Di dema ku medyaya herêmê hîn di qalibên klasîk de mabû, Rûdawê wekî pêşengeke bêrêber, podkast bi şêweyeke zanistî û berfireh dest pê kir û wergira Kurdî bi vî cureyê modern da naskirin.
Ev yek piştrast dike ku Rûdaw ne tenê şopînera teknolojiyê ye, di heman demê de afirînera modelên nû yên medyayê ye.
Bêalîbûn û giştgirî
Di nava van 13 salên pêşerojê de, tevî astengî û sînordarkirina zanyariyan jî Rûdaw her li lûtkeyê ma. Di hawirdoreke aloz a wekî Rojhilata Navîn de, mana li lûtkeyê ya 13 salan ne karekî hêsan e.
Nihêniya berdewamî û wê hezkirina xelkê ya ji bo Rûdawê di du têgehên sereke de ye: "Bêalîbûn û giştgirî". Di herêmeke tije dubendî û aloz de, Rûdawê karî bibe xala kombûnê û platforma hemûyan.
Hemû reng, deng, dîn û netewe bêyî cudahî xwe tê de dibînin. Rûdawê bi kiryar nîşan da ku mirov dikare medyaya Kurdî be û bi zimanê dayîkê biaxive, lê di heman demê de bi şêweyeke cîhanî bifikire, niştimanperwer be û mirov di navenda hemû rûmalkirinên wê de be.
.jpg&w=3840&q=75)