Urmiye (Rûdaw) – Werzişkarê Kurd ê ji bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê, Aram Cehanfeza ji ber nebûna derfet û îmkanan, rojane li deşta gundê xwe û bi blokên betonî rahênanên xwe yên werzişê dike.
Aram Cehanfeza xelkê gundê Holistane li devera Mirgever a bajarê Urmiyê ye û tevî bê îmkanî û bê derfetiyan, di werzişa bazdanê de li ser asta Îranê bûye yekem û medalyaya zêrîn wergirtiye.
Cehanfeza xwandina xwe ya zanîngehê di beşa Fîzyolojiyê de qedandiye û çend sal beriya niha di tîma futbolê ya Şaredariya Urmiyê de dilîst, lê bi gotina wî bi xwe, ji ber hin mesleyên netewî dest ji wê tîmê berdide û dest bi werzişa bazdanê dike.
Ew werzişkarê Kurd ne tenê ji hemû îmkanên modern ên rahênanê lê belê heta ji îmkanên sade yên werzişî jî bêpar e û li şûna ku di saloneke werzişî de û bi amûr û keresteyên modern, rojane rahênanên xwe bike, li deşteke gundê xwe û bi blokên betonî rahênanan dike.
Aram Cehanfeza derbarê vê rewşa xwe de ji Rûdawê re dibêje: “Ez mirovek im ku ti dahateke min nîne, malbata min jî malbateke karker e, bo min cîbicî nabe, ez mecbûr im hem alîkariya wan bikim, hem rahênanan bikim, hem kar bikim, hem dersê bixwînim. Mixabin kêşe gelek in.”
Cehanfeza bêderfetî ji xwe re kiriye hêz û teslîmê rewşê nebûye û bi her awayekê be, rojane rahênanên xwe berdewam dike. Ew bi xwe dibêje, eger deriyek li ber te girtî be, tu neçarî li deriyeke din bixî.
Werzişkarê Kurd ê Urmiyeyî, Aram Cehanfeza wiha dibêje: “Zemanekê ku tiştekî te nebe, tu mecbûrî tiştekî bi kar bihînî ji bo pêşkevtinê. Dema kesek piştgiriyê neke, divê îradeya te 3 caran zêdetir be, ji ber ku hin ciwanên me hene, dema negihîştin cihekê, êdî xilas. Hinek caran di xirabtirîn rewşê de tu dikarî bibî qehreman. Giring hedefa te di jiyanê de xuya be, dema ku te hedefek di jiyana xwe de diyar kir, ti carî ti kes nikare vê hedefê ji te bigire.”
Cehanfeza tekez dike, hinek caran mirov rastî gelek pirsgirêkan tê, lewma mirov divê cihekê ji xwe re hilbijêre ku aramiyê lê werbigre, wek amajeyek bi rahênana xwe ya li nav deşta gund.
Wek ew bi xwe dibêje, ti kes alîkariya wê werzişkarê Kurd ê Urmiyeyî nake.
Tevî nebûna derfetên baş, deşta Mirgewerê ji bo rahênanên wî werzişkarî pan û berfireh û serê çiyayê Dalanperê jî bilind e.

.jpg&w=3840&q=75)

