Hewlêr (Rûdaw) - Narîn Nadirova wekî endama Desteya Birêvebiriyê ya Amedsporê hat hilbijartin.
Karsaza Kurd a ji Qazaxistanê Narîn Nadirovaya ku li Amedê pirsên nûçegihanê Rûdawê Maşallah Dekak bersivandin diyar kir ku ew ji bo serkeftina tîmê amade ye.
Narîn Nadirovayê da zanîn, ew gelekî kêfxweş e ku li Amedê ye û ev roj ji bo wê gelekî girîng e û got:
"Min Amedspor berê jî bihîstibû. Wekî tîmeke Kurdan min bi rêya medyayê nas dikir.
Piştî ku Amedspor mezin bû û zêdetir hat naskirin, min jî wekî her Kurdekî ew dişopand.
Min berê nikarîbû werim maçan lê min bi rêya televîzyon û medyaya civakî dişopand.
Li malê zarokên me jî lê temaşe dikir çimkî tîmeke Kurdan e û zarok jî gelekî meraq dikin."
"Pêşniyara birêvebiriyê surprîz bû"
Karsaza Kurd da zanîn ku hilbijartina wê ya ji bo birêvebiriyê ji bo wê surprîzeke mezin bû û li ser wê pêvajoyê ev agahî dan:
"Min bi hevalan re nêzîkî meh û nîvekê guftûgo kir.
Heta roja dawî jî biryar nehatibû dayîn. Roja dawî em dîsa rûniştin û wan behsa hêviyên xwe kir.
Min dît ku ez dikarim bi tecrubeya xwe ya pîşeyî ya di warê karsazî û aboriyê de alîkariya tîmê bikim.
Min pêşniyar qebûl kir û piştî kongreyê êdî her kesî bihîst."
Rola jinan a di nav werzişê de
Narîn Nadirova bal kişand ser rola jinan a di nav birêvebiriya tîmê de û anî ziman:
"Dema ku pêşniyar hat, min ewil pirsî 'Gelo jin û futbol dê çawa bibin yek?' lê dema min bihîst ku di birêvebiriyê de 5-6 jin hene, ez gelekî serbilind bûm.
Ez dixwazim rola jinan a di werzişê de hîn xweşiktir û girîngtir bibe.
Spor tiştekî wisa ye ku her kesî bi hev ve girê dide."
Peyama ji bo alîgirên Amedsporê
Nadirova di dawiyê de peyamek da alîgirên Amedsporê û destnîşan kir ku Amedspor xwedî potansiyeleke mezin e û da zanîn:
"Narîn Nadirova Kurdek e ku ji miletê xwe hez dike.
Min hemû serkeftinên jiyana xwe diyarî miletê xwe kirine.
Ez spasiya malbata mezin a Amedsporê dikim ku wan ez qebûl kirim.
Em dê bi hêzeke mezin karên gelekî baş bikin.
Amedspor ne tenê tîmek e, tîma bi milyonan Kurdan e."
Piştî hilbijartina Narîn Nadirovayê tê çaverêkirin ku Kurdên li diyasporayê, bi taybetî yên li Ermenistan, Qazaxistan, Qirxizistan û welatên din ên Yekîtiya Sovyeta berê zêdetir giringiyê bidin Amedsporê.
Ev gav wekî pencereyeke nû ya Amedsporê ya ber bi cîhanê ve tê dîtin.



