Hewlêr (Rûdaw) - Rahênerê Amedsporê Besnik Hasi diyar kir ku Samsunspor hevrikeke xurt û xeter e û divê ew bi baldarî bilîzin.
Berpirsê Şaxa Futbolê ya Amedsporê Nedîm Şîmşek jî da zanîn ku plana dema duyem a transferan dê piştî maça Galatasarayê were amadekirin.
Samsunspor û Amedspor dê di çarçoveya hefteya 9an a Lîga Super a Trendyolê de 24ê Çiriya Pêşîn demjimêr 19:00an li Stadyuma Nû ya 19ê Gulanê ya li bajarê Samsunê yê Tirkiyeyê bên pêşberî hev.
Beriya vê maça li Samsunê, Amedspor amadehiyên xwe didomîne.
Rahêner Besnik Hasi û Berpirsê Şaxa Futbolê Nedîm Şîmşek li Tesîsên Şehmus Ozer di civîneke rojnamegeriyê de li ser rojeva tîmê daxuyanî da.
Besnik Hasi li ser performansa tîmê û maça Samsunsporê axivî û bal kişand ser wê yekê ku hevrik li hemberî Amedsporê planên cuda yên lîstikê çêdikin.
Hasi da zanîn ku Konyasporê ji bo rawestandina wan amadehiyeke taybet kiribû û got:
"Êdî tîm li hemberî me cuda xwe amade dikin.
Pêwîst e em jî li hemberî reqîbên xwe çareseriyên nû peyda bikin."
Hasi destnîşan kir ku ew di Lîga Super de tîmeke nû ne û heta niha karên baş kirine û tekez kir ku divê ew bipêşketina xwe bidomînin.
Rahênerê Amedsporê li ser encamên lîstikê wiha pê de çû:
"Ez kesekî bi coş û daxwaz im û ez ji bo serkeftinê derdikevim her maçê lê belê divê em rastiyan jî bibînin.
Em dizanin ku em ne Barcelona ne. Em gelekî dixebitin, çi ji destê me tê em dikin lê di futbolê de têkçûn jî hene. Jixwe Barcelonayê jî wenda kir."
Hasi da zanîn ku ji bo axaftina li ser armancên tîmê hîn zû ye û pêşengiya wan ew e ku bipêşketina xwe bidomînin û nasnameyeke bihêz a tîmê ava bikin.
"Pêwîst e em profesyoneltir bin"
Besnik Hasi bal kişand ser avahiya sazûmaniya Amedsporê jî û anî zimên ku ji bo pêşbirkê di asta Lîga Super de divê di tevahiya klûbê de asta profesyoneliyê bilind bibe û anî ziman:
"Em hewl didin ku tîmekê çêbikin, nasname û atmosfereke diyar biafirînin.
Em ji aliyê binesaziyê ve di pêvajoyeke nûbûn û bipêşketinê de ne.
Du qadên me yên nû hene û derfetên me yên baş ên xebatê li tesîsan hene lê dîsa jî pêdiviya me bi avahiyeke profesyoneltir heye."
Hasi bersiva pirsa li ser plansaziya transferê jî da û diyar kir ku ew dê mijara lîstikvanên pêwîst li gel birêvebiriya klûbê binirxînin.
Wî destnîşan kir ku seqetî û ceza dikarin bandorê li lîsteya lîstikvanan bikin û li gorî armancên klûbê dê gavên pêwîst ên transferê bên avêtin.
"Samsunspor wekî şêrekî birîndar e"
Hasi diyar kir ku Samsunspor dê li qada xwe bilîze û bi rahênerê xwe yê nû re dibe ku helwesteke cuda nîşan bide û got ku reqîba wan xeter e.
Hasi li ser reqîbê xwe wiha axivî:
"Samsunspor wekî şêrekî birîndar e. Şêrên birîndar ên herî xeter in.
Em nizanin ew dê çawa bertek nîşan bidin.
Rahênerekî wan ê nû heye û li qada xwe dilîzin. Em tenê bala xwe didin karê xwe."
Hasi li ser pirsa maça Galatasarayê jî diyar kir ku pêşengiya wan maça Samsunsporê û paşê jî ya Eyupsporê ye û tekez kir ku wergirtina puanan ji van maçan gelekî girîng e.
Şîmşek: Me li gorî budceya xwe lîstikvan kirîn
Berpirsê Şaxa Futbolê ya Amedsporê Nedîm Şîmşek jî transferên destpêka demsalê nirxandin.
Şîmşek diyar kir ku transfer li gorî budceya klûbê hatine kirin û ew ji lîstikvanên xwe razî ne û got:
"Me li gorî budceya xwe transfer kirin. Lîstikvanekî ku em bibêjin 'Xwezî me nekiriya' nîne."
Şîmşek destnîşan kir ku plansaziya dema navberê ya transferê berdewam dike û komîteya transferê dê piştî maça Galatasarayê careke din li hev bicive.
Şîmşek da zanîn ku piştî vê civînê dê kêmasiyên kadroyê werin nirxandin û ji bo qadên pêwîst xebat bên meşandin.
Nedîm Şîmşek tekez kir ku pêşengiya Amedsporê ew e ku bi 3 puanan ji Samsunê vegere û piştî lîstina maçan dê rojeva transferê were nîqaşkirin.




