کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Mesut Meral / Wêne: Arşîv

Mesut Meral / Wêne: Arşîv

Werziş

Rahênerê Kurd Mesut Meral êdî di Lîga Super a Tirkiyeyê de ye!

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

10-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran10-11-2026

Nûçeyên Têkildar

2 cîran, 1 puan: Maça Mardin 1969 Spor û Batman Petrolsporê bi wekheviyê bi dawî bû
Werziş09-11-2026

2 cîran, 1 puan: Maça Mardin 1969 Spor û Batman Petrolsporê bi wekheviyê bi dawî bû

Serokê Amedsporê Nahît Eren: Birêvebiriya Galatasarayê rasterast pêwendî bi me re danî
Werziş09-11-2026

Serokê Amedsporê Nahît Eren: Birêvebiriya Galatasarayê rasterast pêwendî bi me re danî

Têkoşîna mezin a Amedsporê ya li hemberî Galatasarayê: ‘Em bi ser ketin’
Werziş08-11-2026

Têkoşîna mezin a Amedsporê ya li hemberî Galatasarayê: ‘Em bi ser ketin’

Hewlêr (Rûdaw) - Rahênerê teknîkî yê futbolê Mesut Meral bi tîma Kasimpaşayê re li hev kir.

Kasimpaşa yek ji tîmên Lîga Super a Tirkiyeyê ye.

Mesut Meral dê di tîmê de wekî alîkarê rahêner bixebite.

Navê wî demekê ji bo Amedsporê jî dihat gotûbêjkirin.

Emre Belozoglu ji Kasimpaşayê veqetiya û bi Fenerbahçeyê re li hev kir.

Piştî vê yekê, tîma Stenbolê ji bo birêvebiriya teknîkî bi rahênerê Holendî Alfred Schreuder re peyman çêkir.

Ev peyman heta dawiya sezona 2026-2027an e.

Mesut Meral dê di desteya teknîkî ya Schreuder de cih bigire û wekî alîkarê wî bixebite.

Meral berê bi tîma Duhokê ya Başûrê Kurdistanê re Kupaya Şampiyoniya Kendavê qezenc kiribû û serkeftineke girîng bi dest xistibû.

Mesut Meral kî ye?

Mesut Meral 1ê Kanûna Pêşîn a 1987an li navçeya Nisêbînê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye.

Meralê 38 salî kariyera xwe ya futbolê li Swêdê domandiye.

Ew di kariyera xwe ya birêvebiriya teknîkî de, di tîmên Dalkurd û BK Olympicê de wekî rahênerê teknîkî xebitiye.

Her wiha wî di tîmên Jonkopings Sodra, AIK û Al-Waslê de jî wekî alîkarê rahêner wezîfe wergirtiye.

Mesut Meral sala 2024an bûbû rahênerê tîma Dihokê.

Rahênerê xwedî tecrube bi tîma xwe re Kupaya Şampiyoniya Kendavê qezenc kiribû.

Wî bi vê serkeftinê bal kişandibû ser xwe.

Meral piştî serkeftina xwe ya bi tîma Dihokê re, di tîma Al-Wasla Îmaratê de jî xebitî.

Navnîşana nû ya kariyera wî ya dawî jî bû Kasimpaşaspor.

Pirsên