کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Piştî maça Batman Petrolsporê\ Wêne: Rûdaw

Piştî maça Batman Petrolsporê\ Wêne: Rûdaw

Werziş

Batman Petrolsporê pişta Muglasporê anî xwarê û ber bi şampiyoniyê ve çû

Saman Wilatjêrî

Saman Wilatjêrî

04-04-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Saman Wilatjêrî
Saman Wilatjêrî04-04-2026

Nûçeyên Têkildar

Kurdekî ji Kerkûkê li Swêdê bû Alîkarê Serokê Yekîtiya Taekwondoyê
Werziş17-11-2026

Kurdekî ji Kerkûkê li Swêdê bû Alîkarê Serokê Yekîtiya Taekwondoyê

Zarokekî Kurd ê 5 salî derbasî akademiya Liverpoolê bû
Werziş16-11-2026

Zarokekî Kurd ê 5 salî derbasî akademiya Liverpoolê bû

Piştî maça bi Galatasarayê re ji Amedsporê re ceza tê xwestin
Werziş11-11-2026

Piştî maça bi Galatasarayê re ji Amedsporê re ceza tê xwestin

Hewlêr (Rûdaw) - Batman Petrolspor di maça krîtîk a Lîga 2yem a Tirkiyeyê de, li hemberî rikeberê xwe yê herî nêzîk Muglasporê 1-0 bi ser ket.

Bi vê serkeftinê re, tîma Êlihê ya sor û spî gaveke mezin ber bi Lîga 1emîn ve avêt.

Batman Petrolsporê di maça hefteya 31ê de  li ber çavên zêdetirî 15 hezar alîgirên xwe li stadyuma xwe mazûvaniya Muglasporê kir.

Di xuleka 20î de Bugra Çagiran bi lêdaneke bihêz golek avêt û tîma xwe 1-0 xist pêş. Batman Petrolsporê encama nîvê ewil parast.

Muglasporê di nîvê duyem de hewl da ku maçê wekhev bike lê nekarî derbasî qeleya Batman Petrolspor bibe.

Maç bi serkeftina Batman Petrolsporê 1-0 bi dawî bû û Batman Petrolsporê puanên xwe kirin 76.

Niha Batman Petrolspor bi 11 puanan li pêşiya hevrika xwe Muglasporê ye.

Batman Petrolspor nasekine: 118 roj in zora wê neçûye

Tîma Êlihê di nava 18 maçên dawî de qet winda nekiriye.

Batman Petrolsporê herî dawî 7ê Kanûna Pêşîn a 2025an winda kiribû û ev 118 roj in zora wê neçûye.

Her wiha ev 7 maç in li ser hev bi ser dikeve.

Batman Petrolspor 66 salî ye û ji bo ku bibe şampiyonê komê, di nava 6 maçên mayî de tenê hewceyî pûanekê din e.

Tîm piştî 28 salan nêzîkî xewna xwe ya Lîga 1emîn bûye.

Batman Petrolspor sala 2022yan piştî 26 salan bûbû şampiyonê Lîga 3yem û derketibû Lîga 2yem.

Piştî bidawîhatina maçê, li navenda bajarê Êlihê bi hezaran alîgiran serkeftina tîma xwe bi coşeke mezin pîroz kir.

Pirsên