Namo Fazilê lîstikvanê jêhatî yê Kurd ê MMAyê di çalayakiya yekemîn a werzişê ya platforma Netflixê de li bajarê Los Angelesê yê Amerîkayê, bi Alaya Kurdistanê li hemberî hevrikê xwe yê Amerîkayî Jake Babianserkeftineke bi ser ket.
“Tu serbilindiya Kurdistanê yî”
Serok Mesûd Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de pesnê şiyanên Namo Fazil da û got:
"Ez pîrozbahiyê li qehremanê navneteweyî, xortê qehreman û jêhatî yê Kurd Namo Fazil dikim.
Ez wî ji ber wê serkeftina bêhempa ya ku di şampiyoniyên MMAyê yên li Amerîkayê de bi dest xistiye pîroz dikim.
Ew cihê serbilindiya hemû Kurd û Kurdistanê ye. Ez destxweşiyê lê dikim û hêviya serkeftin û pêşengbûnê jê re dixwazim."
Serkeftina Namo
Namo 17ê Gulana 2026an li salona "Intuit Dome"ê li hemberî rikaberê xwe yê Amerîkayî Jake Babian derket ser dikê.
Babian gelekî êrişkar dest bi raunda yekem kir û bi lêdanên xurt guvaş xist ser Namo lê lîstikvanê Kurd bi teknîk û berxwedaneke mezin li ber xwe da.
Bi teknîka "Anaconda Choke" bi ser ket
Werçerxana mezin di raunda duyem de çêbû.
Di xuleka 58an a vê rundê de Namo Fazil bi zîrekiyeke mezin kontrola maçê girt destê xwe û bi teknîkeke zehmet a ku wekî "Anaconda Choke" tê naskirin qirika rikaberê xwe girt.
Babian li ber vê guvaşa tund nekarî li ber xwe bide û berî ku zerereke mezin bibîne bi destê xwe îşaret da û teslîm bû.
Ev teknîka ku Namo bi kar aniye navê xwe ji marê "Anakondayê" werdigire çimkî mîna wî marî qirika rikaberê xwe digire û wî neçarî teslîmbûnê dike.
Rêya ber bi UFCyê ve
Bi vê serkeftinê, niha tomara Namo Fazil gelekî xurt e, 10 serkeftinên wî hene û tenê carekê zora wî çûye.
Ev destkefta mezin a ku bi awayekî zindî li ser Netflixê hat weşandin, rê ji bo Namo vekir ku di paşerojeke nêzîk de di rêza pêşîn a lîstikvanên cîhanî yên UFCyê de cih bigire.
Ev serkeftina dîrokî di nav qêrînên "Kurdistan, Kurdistan" ên spîker û beşdaran de hat tomarkirin.
Niha Namo Fazil li Amerîkayê wekî yekê ji stêrkên geş ên MMAyê tê naskirin û wî şiya careke din navê Kurdan di navendên werzişê yên cîhanî de bilind bike.
Namo Fazil piştî serkeftina xwe ya mezin a îro di nav qefesa şer de axivî û got:
"Me gelekî qal kir, me gotina xwe bi ciha anî.
Niha ez amade me ku sibe dîsa şer bikim, bi her kesî re û li her derê."

