Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya tîma sporê ya Hîlalê ya Qamişloyê, lîstikvanên xwe yên Kurd ceza kirin.
Tîma jinan a Hîlalê sê serdamên dawî şampiyona Lîga Futbolê ya Jinan a Sûriyeyê ye.
Lîstikvanên Kurd ji ber ku daxwaza bipaşxistina ahengên şampiyoniyê kiribûn, hatin cezakirin.
Hevxemiya bi malbatên şehîd û girtiyan re
Rahênerê tîma jinan a Hîlalê Kaptan Reşo li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.
Kaptan Reşo diyar kir ku lîstikvanên Kurd ji bo hevxemiya bi malbatên şehîd û girtiyan re nedixwestin ahengê li dar bixin.
Dema lîstikvan ji Şamê vegeriyan Qamişloyê, wan xwest ku pîrozbahiyên şampiyoniyê bên bipaşxistin.
Lê birêvebiriya tîmê ji ber vê helwestê 25 lîstikvan û xebatkarên îdarî ceza kirin.
Meaşên wan hatin qutkirin
Li gorî gotina Kaptan Reşo, birêvebiriya tîmê lîstikvanên Kurd ji beşdarbûna Kupaya Tîmên Rojavayê Asyayê bêpar hiştin.
Her wiha tîmê red kir ku meaş û mafên darayî yên wan lîstikvanan bide.
Ev ceza di demekê de hat dayîn ku lîstikvanên Kurd di serkeftina tîmê de roleke gelekî girîng lîstibû.
Daxuyaniya tîma jinan
Birêvebiriya tîma jinan li ser vê yekê daxuyaniyek belav kir û nerazîbûn nîşanî biryara Hîlalê da.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku daxwaza lîstikvanan a ji bo betalkirina pîrozbahiyan "exlaqê werzîşê û wijdanê gel" e.
Her wiha hat destnîşankirin ku werzîş ne ji bo navdarbûn yan jî qezenckirina kesane ye.
Daxuyaniyê bal kişand ser rola lîstikvanan û hat gotin:
"Lîstikvan di bidestxistina serkeftinê de hevkarên rastîn in.
Ew hêjayî rêzgirtinê ne, ne hêjayî dûrxistinê ne."
Cara sêyemîn li pey hev şampiyon e
Tîma jinan a Hîlalê ya Qamişloyê meha nîsana borî tîma jinan a parêzgeha Himsê 1-0 têk biribû.
Bi vê serkeftinê, tîma Hîlalê ji bo sezona 2025-2026an cara sêyemîn li pey hev bû şampiyona Lîga Futbolê ya Jinan a Sûriyeyê.
Tîma ku navenda wê li Qamişloyê ye, sala 2023yan hatiye avakirin.
Tîmê bi saya stêrkên xwe yên Kurd kariye li Sûriyeyê serdestiya xwe ya di futbola jinan de misoger bike.

