Amed (Rûdaw) - Ev demek bû her kesî meraq dikir bê dê kî bibe serokê nû yê tîma kesk û sor Amedsporê.
Desteya Şêwirmendiyê ya Amedsporê civiya û biryara dawî da.
Endamên desteyê navên çend kesên ku ji bo serokatiyê dihatin rojevê nirxand û biryara xwe ya dawî da.
Piraniya giregirên Amedê ku endamên Desteya Şêwirmendiyê ne, derketin pêşberî rojnamegeran û tekane namzedê serokatiya tîma xwe eşkere kir. Li gorî biryarê, tekane namzed serokê niha Nahît Eren e.
Sedema ku piraniya endamên desteyê li ser navê Nahît Eren li hev kiriye ev e ku wî ev tîm kir şampiyon û tecrubeyeke baş bi dest xist.
“Ez ji bo Amedsporê serkeftinê dixwazim”
Serokê Amedsporê Nahît Eren li ser namzediya xwe axivî û spasiya endaman kir.
Nahît Eren wiha got, “Saziyên me yên Amedê û komîsyona me îro li vê derê bûn.
Bi pêşniyara wan ez careke din bûm namzed, ez spasiya wan dikim.
Ji bo Amedsporê çi baş be, ez dixwazim di paşerojê de ew bibe. Her hebin, spas.”
“Me ji bo îstiqrarê ev biryar da”
Serokê Baroya Amedê û Endamê Desteya Şêwirmendiyê ya Amedsporê Abdulkadîr Guleç jî li ser sedema hilbijartina Nahît Eren wiha got:
“Ji bo îstiqrarê me got bila Nahît Eren be û ji birêvebiriya wî jî hinek kes hebin.
Li gorî me ew dê di Lîga Super de wiha serkeftîtir bibe. Tiştekî wisa derket holê û me jî piştgirî da wî.”
Endamê Birêvebiriya Amedsporê Mursel Ekîcî jî anî zimên:
“Ji bo ku binesaziyeke berdewam hebe, divê tîm bi îstîkrarî bê birêvebirin.
Ji ber vê yekê jî Nahît Eren hilbijartineke û lihevkirineke baş bû. Ez serkeftinê jê re dixwazim.”
Kongre 1ê Hezîranê ye
Amedspor dê 1ê Hezîranê kongreya xwe li dar bixe. Di kongreyê de dê tekane namzed hebe.
Li gorî sîstema Desteya Şêwirmendiyê nabe ku kesek ji derve bê û xwe ji bo serokatiya Amedsporê bike namzed.
